Gulsum Agaoglu: Ji bo penaberan li dijî Covid- 19 divê tedbîr bên girtin 2020-03-16 10:27:40   ENQERE - Hevberdevka Komisyona Penaberan a HDP'ê Gulsun Agaoglu anî ziman ku ji bo penaberan li dijî Covid- 19 divê tedbîr bên girtin.   Hevberdevka Komisyona Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsun Agaoglu derbarê virusa koronayê de daxuyanî da û wiha got:"Ji bo penaberên li sînor divê hukumet demildest tedbîrek mezin bigire."   Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber şerê li Îdlibê qeyrana mirovahiyê her ku diçe kûrtir dibe. Loma divê tedbîra virusa koronayê ji bo penaberan bê girtin.    'Li hemî cîhanê tedbîr tên girtin û Tirkiye di bin talûkeyek mezin de ye'   Di daxuyaniyê de hat gotin penaber wekî alava bazarê tên bikaranîn û wiha got:"Dema sînor ji penaberan hat girtin penaber di navbera sînoran de asê man. Penaber di nava şerdên ne baş de dijîn. Di warê paqijiyê de derfetên wan kêm e. Loma penaber di bin talûkeyek mezin de ne."   'Bila penaber bên tedawîkirin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Pirsgirêkên wekî xwarin, birçîbûn, tîbûn û vehewînê hene. Heger tedbîr neyê girtin dikare talûkeyên gelek mezin di warê belavbûna virusa koronayê de pêk were. Bila penaber bên tedawîkirin û tedbîrên mezin bên girtin."