DBP: Pêçandina birînên Helebçeyê bi yekîtiya Gelê Kurd ew ê bê kirin 2020-03-15 12:16:06   AMED - DBP'ê derbarê komkujiya Helebçeyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin pêçandina birînên Helebçeyê bi yekîtiya Gelê Kurd ew ê bê kirin.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî komkujiya Helebçeyê ya ku  ji aliyê Serokê Iraqê Sedam Huseyin ve pêk hatibû daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin Kurd ji bo ku mafên xwe yên mirovahî bixin dest gelek berdêlên giran dane. Niha jî ji bo van deskeftiyan biparêze, mayînde bike û hêj mezintir bike divê teqez avakirina yekîtiya neteweyî wekî erka dîrokî bibîne.   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Berî 32 salan ango wekî îro, rejîma BAAS'ê bi çekên kîmyewî êriş bir ser Helebçeyê. Di vê êrîşa hovane de 5 hezar Kurd hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar kirin.   Her çend, li gorî makezagon û desturên navneteweyî, bikaranîna çekên kîmyewî derbend be jî, lê dîsa rejîma BAAS'ê ya Bexdayê bê tirs û fikar li ber çavên hemû cîhanê çekên kîmyewî bi kar anî û li dijî Kurdan jenosîdek mezin pêk anî.   Gelê Kurd ji ber vê jenosîd a dijmirovahî hêj jî di nava metirsiyê de dijî. Dema mirov li dîroka Kurd û Kurdistanê dinêre dibîne ku gelek karesatên bi vî rengî hatine serê Netewa Kurd. Kurd ji bo ku mafên xwe yên mirovahî bixin dest gelek berdêlên giran dane. Niha jî ji bo van deskeftiyan biparêze, mayînde bike û hêj mezintir bike divê teqez avakirina yekîtiya neteweyî wekî erka dîrokî bibîne.   Di rewşeke wiha de; erka partî û hemû hêzên Kurdistaniyan ev e ku rastiya netewa Kurd bibînin, ji bo yekîtî û yekrêziya gelê Kurd bixebitin.   Kurd tekane bi vî rengî dikarin pêşiya jenosîdin nû yên mîna Helebçeyê bigirin.   Em jenosîd a Helepçeyê bi tundî şermezar dikin."