HDP bername û çalakiyên xwe ji ber vîrûsa koronayê taloq kir 2020-03-14 17:33:40   ENQERE - Navenda Giştî ya HDP bi mijara vîrûsa koronayê ji hemû rêxistinên bajar û navçeyan re giştînameyek şand û xwest hemû çalakî, şahî û xebatên xwe heta 2 mehan taloq bikin û girîngiyê bidin paqijiyê.    Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî vîrûsa korona (Kovid-19), giştînameyek ji hemû rêxistinên bajar û navçeyan re şand û xwest tedbîrên xwe bigirin. Rêxistina HDP'ê ku mîtîngê Newrozê betal kir, bi giştînameyê xwest hemû rêxistinên wan çalakî û xebatên xwe yên girseyî betal bikin.    HDP'ê bi îmzeya Berdevkên Komîsyona Rêxistinê HDP'ê Ozlem Gunduz û Alîcan Onlu, ji hemû endamên meclîsa partiyê, rêxistinên bajar, navçeyan xwest ku hasas nêzî meseleya vîrûsa korona bibin û hemû xebatên xwe betal bikin. HDP'ê anî ziman ku wan heta 2 mehan xebatên xwe yên wekî panel, kongre, konferans û şahî betal kirine û xwest bêtir girîngiyê bidin paqijiyê.