ROJEVA 13'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-13 09:00:00   * Ji Rêveberiya Kargeriya Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehan Ehmed, derbarê kiryarên dewleta tirk ên derheqê şûnwarên Efrînê de axivî. Esmehanê diyar kir ku şûnwarên Efrînê tên talankirin û wiha got: “Dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ji bo dewlemendiya aboriya xwe dîrok û şûnwarên Efrînê didizin û difiroşin.” DÎMEN HEYE   * Emîne Mehmûd Benî ya 72 salî ya ku ji ber êrîşên dewleta tirk, neçarî koçberiyê bû diyar kir ku tevî şerdên zehmet li berxwe dide û wiha got:"Ez dixwazim tirk û çete ji ser axa me herin û ez dixwazim dîsa vegerim gundê xwe. Gora hevjînê min jî li gund e. Dixwazim biçim ser gora wî û hovîtiya tirkan jê re vebêjim." DÎMEN HEYE   *Di ser qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an re li Nisêbînê hat îlankirin de 4 sal derbas bû. Di wê pêvajoyê de yek ji welatiyên ku jiyana xwe ji dest dabû Şerîf Alpar bû. Hevjîna wî Alya Alpar diyar kir ku ew 4 sale li bendê edeletê ye û got: “Ez wan rojan tu car ji bîr nakim. Kê ew kuştibe bila derkeve pêşberî darazê.” BI DÎMEN   *Jinan bertek nîşanê binpêkirinên mafan yên penaber li deriyên sînor dijîn û gotin: “Erdogan digot ‘Hûn mêvan in’. Niha wek bar dibînin. Penaberan her tim ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.” BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku Tirkiye bi operasyona li hember Sûriyeyê nikare ji krîza polîtîk, dîplomatîk û aborî derkeve û got: “Hewce nake desthilatdarî bikeve welatên din, hewce bi tehdîd, tezkere û dagirkirinan tune ye. Çareserî li Îmraliyê ye. Dema ku deriyên Îmraliyê bên vekirin wê li Tirkiyeyê zemîna jiyanek azad û demokratîk bê avakirin.” BI DÎMEN   *Xwendekara Zanîngeha Munzurê Melek Akar, diyar kir ku li Dêrsîmê li hember ciwanan polîtîkaya şerê taybet di dewrê de ye û got: “Em ê ciwan rê nedin van polîtîkayan. Em ê pêşî lê bigirin. Em ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin.”   *Ji ber vîrusa korona ya li Çînê dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû, deriyên sînor yên Wan-Îranê hatin girtin û girtina sînoran bandor li krîzê kir. Jinên li Wanê jî diyar kirin ku ji ber girtina deriyan pisgirêka aborî dijîn û her wiha gotin di alî tedbîrên li dijî vîrusê jî qelsî hene. BI DÎMEN