Li navçeya Koçeratayê li ser şerê taybet semîner hat dayin 2020-03-11 15:18:05   QAMIŞLO - Komîteya Perwerdeya Kongreya Star a Dêrikê li navçeya Koçeratayê, semînerek li ser şerê taybet li dar xist.   Komîteya Perwerdeya Kongreya Star li navçeya Koçerata ya girêdayî bajarê Dêrîkê ya Kantona Qamişloyê têkildarî şerê taybet de semînerek li dar xist. Di semînerê de bi dehan endamên sazî û dezgehan hazir bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin, semîner ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Kongreya Star a Dêrîkê Hîba Çeto ve hat dayin.    Hîba wiha dest bi semînerê kir:  "Şerê taybet di aliyê derûniyê de ye. Ev şer li hember hin hêzan ango hin partiyan tê meşandin. Di şerê taybet de hemû aliyan didin pêş. Di roja me ya îro de jî şerê taybet di aliyê tevna civakî de tê bikaranîn. Ji bo wê pêwist e em hay ji zarokê xwe hebin û wan fêrî çand û kevneşopiyên xwe bikin."   Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.