Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan 2020-03-11 15:02:47   ŞEHBA - Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo agahîgirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi dirûşma"Em Rêber Apo silav dikin û soza mezinkirina tekoşînê, didinê" meşek girseyî li dar xistin.     Şêniyên Kantona Şehbayê bi armanca ku kêfxweşiya xwe bi agahîgirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah nîşan bidin, meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên "Bi rihê jina azad em ê pergala Imraliyê hilweşînin","Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo komployek li dijî vîna gelan, demokrasî û aşîtiyê ye"hatin hildan. Meş ji lîstokgeha gundê Babinis a Şehbayê dest pê kir û li qada gund veguherî mîtîngê.    Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman, li ser navê Herêma Şehbayê Redwan Rife, axaftin hat kirin.   Kesên ku axivîn wiha gotin: "Nameya  ku ji Rêber Apo hatiya girtin em pîroz dibînin,  daxwaza me azadiya Rêber Apo ye. Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo em ê her li kolanan bin, heta rizgarkirina Rêber Apo. Planên dewleta tirk nikarîbû li hember îrade û vîna gelan bigihe armanca xwe.  Bi serhildana gelan, dê projeya netewa demokratîk pêk were."   Meş bi dirûşmên"Bê serok jiyan nabe","Bijî berxwedana Îmraliyê","Azadî ji bo Rêber Apo" bi dawî bû.