Li cenazeyê Kubar Hacîzade îşkence hat kirin 2020-03-11 12:57:54   AMED - Kubar Hacîzade ya ku li Licê jiyana xwe ji dest da û 6 meh şûnde cenazeyê wê hat teslîmkirin li Bazidê hat definkirin. Dema Kubarê hat definkirin hat ferqkirin ku aliyê serê wê tune ye û ji bo neyê ferqkirin kîsikek hatiye tijekirin û dewsa serê wê hatibû bicihkirin.   Di 24'ê Îlona 2019'an de li Licê ya Amedê di encama pevçûnê de Kuber Hacîzade (Rojda Cudî) jî di nav de 3 YJA-STAR'î jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Kubarê 6 meh şûnde hat teslîmkirin û li Bazidê hat definkirin. Malbatê Kubarê ji ber ku sînor ji rûyê korona virusê hatiye girtin nikaribûn bihatan.    Bavê Kubar Hacîzade, Elî Hacîzade ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire di 27’ê Çileya 2020’an de ji  Makuyê hat Amedê û serî li MEBYA-DER’ê da. Pişt re wekalet da parêzer û xwest li dosyaya keça wî binêre. Di 28’ê Çileya 2020’an de Elî bi parêzer re çû Fermandariya Cendermeyan a Amedê pişt re çûn serî li dozgeriyê dan. Dozger jî ji bo testa DNA'yê ew şandin nexweşxaneyê. Bav û parêzer di 29’ê Çileya 2020’an de çûn Fermandariya Cendermeyan a Amedê û ji wir jî derbasî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bûbûn û xwîn dabûbûn.    Cenaze hatibû rawestandin   MEBYA-DER  ji bo cenazeyê Kubarê li Bazidê defin bike derketibû ser rê lê li nêzî Bedlisê wesayeta cenaze ji aliyê leşkeran ve hatbû sekinandin. Bi hinceta Muduriyeta Emniyetê destûrê nade derbaskirina cenaza hatibû astengkirin.    'Serê cenaze tune bû'   Hevserokê  MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag wiha got:"Di bin dorpêça polîsan de em çûn ser goristanê. Polîsan destûr nedan ku hevalên me yên ji Bazidê û Erdîşê hatibûn werin ser goristanê. Tevî mele 4 kesî tenê nimêja cenaze kirin. Li nexweşxaneya morgê me kefen li cenaze kir. Di dema definê de me dît ku serê cenaze tune ye. Me bi destên xwe peland me dît ku li cihê serê cenaze kîsikekî tije bi cih kirine. Ji bo kesek ferq neke kîsikekî tije bi cih kiribûn."