Jinan li Wanê panel li dar xisitn 2020-03-11 12:39:01   WAN - Komîsyona Jinan a Baroya Wanê, bi minaseta 8'ê Adarê panela bi mijara "Jinên Hêzê Didin" li dar xist.   Komîsyona Jinan a Baroya Wanê, bi minaseta 8'ê Adarê panela bi mijara "Jinên Hêzê Didin" li dar xist. Panel li salona konferansê ya Baroyê hat lidazrxisitn û Hevşaredara berê ya Erdîşê Dîba Keskîîn, aktîvîsta feminîst Zozan Ozgokçe, Hevseroka Sendîkaya Rêveberiyên Xwecihî ya Hemû Şaredariyan (Tum Bel -Sen)  a berê Eylem Uca. Zekiye Kaya ya bi salan têkoşîna aştiyê daye, Şanoger Fatma Şelem, jina esnaf Asalet Onder Ozdemîr, Zabita Menîce Sarihan Aydemîr û rahijmenda ciwan Ruken Polat tevli bûn. Moderatoriya panelê jî ji aliyê Rabîa Ozgokçe ve hat kirin.   Panel bi sînevîzyoke ku mijara wê jin bû hat destpêkirin, Rabîa 8'ê Adara hemû jinan pîroz kir.   'Şano ji bo min pir girîng e'   Di serî de şanoger Fatma Şelem axivî û ji jiyana xwe mînak dan.  Fatma diyar kir ku di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin û 9 salên zewaca xwe û jiyana xwe ya piştî hevberdanê vegot. Fatma bahsa têkoşîna xwe ya jiyanê ku bi serê xwe dijî kir, got ku piştî 40 salî şanogerî hîn bûye û şano ji bo wê gelek girîng e.   'Hemû jin hêzê didin'   Hevşaredara navçeya Erdîşa Wanê ya berê Dîba Keskîn jî bal kişand ser zahmetiyên siyaseta ku jin li Rojhilata Navîn dike û wiha got: "Bi tena serê xwe nabe .Divê jinên ku piştgiriyê bidin me hebin. Em bi zîhniyetek  ku bi jinê re têdikoşe re dijîn. Dema em bi vê zîhniyetê re têdikoşîn wekî jin li nava civakê mayîn gelek zahmet e. Jin hêzê didin civakê û hemû jin jî hêzê didin civakê ji ber ku her jin şaoreşger û têkoşer e."   'Divê jin piştevaniya hev bikin û xwe birêxistin bikin'   Aktîvîsta Feminîst Zozan Ozgokçe jî bal kişand ser çalakiya jinan a 8'ê Adarê ku pêk hat û çawa bûye feminîst vegot. Zozan diyar kir ku ew di serî de ji têkilya di nava malê ya bi zarokên keç û law re bi bandor bûye û ev bûye sedem ku bikeve lêgerînê. Zozan bal kişand ser Komeleya VAKAD2ê ku bi KHK'ê hat girtin jî û got ku piştevaniya jinan a bi hev re gelek girîng e."   Têkoşîna bi koçberiyê re   Zekiye Kaya ya ku bi kurdî axivî jî 8'ê Adara hemû jinan pîroz kir û têkoşîna xwe ya bi koçberî û xizaniyê re vegot û bal kişand ser jinên hatine qetilkirin û hatine girtin.   Gotin karê mêra ye lê wê guh nedayê   Jina Esnaf Asalet Onder Ozdemîr jî têkoşîna xwe ya jiyanê wiha vegot: "8 sal e ez marketê dixebitînim. Civakê digot karê mêra ye lê min karê xwe li gel hemû astengiyan berdewam kir û ez bi salan e karê xwe berdewam dikin. Pêdiviya jinan bi piştevaniya jinan heye û ez jî bi jinên esnaf re dibin alîkar."   'Tişta hûn dixwazin bikin bi hevserokatiyê girêdayî ye'   Hevseroka Tum Bel - Sen ya berê jî Eylem Uca, diyar kir ku wê di temenê biçûk de dest bi karê sendîkavaniyê kiriye û got ku kolan cihê herî zêde miorv lê hîn dibe ye. Eylemê diyar kir ku ji bo hemû karên ku em dixwazin bi ser bixin hevserokatî girînge.   'Jin bûn ji aliyê tu kesî ve ji me re nehatiye bexşandin'   Zabitaya berê Menîce Sarhan jî bal kişand ser roja zayenda civakî û got ku tu kesî jinbûn ji wan re nebexşandiye.   Herî dawî rahijmenda ciwan Rumeysa Ruken Polat t jî diyar kir ku raza serkeftinê têkoşîna domdar e.   Panel bi dayîna pilaketan li panelîstan bi dawî bû.