Li Geverê qeyûm heye: Av tune ye, xizmet tune ye 2020-03-11 09:04:27   COLEMÊRG - Li Geverê şêniyên taxa Esentepe diyar kirin ku piştî qeyûm tayînê şaredariya Geverê bûye av jî nayê û gotin ji bo zarokên xwe bişon berfê dihelînin.   Di 18’ê cotmeha 2019’an de ji bo şaredariya Geverê ya HDP’ê, qeymeqamê navçeyê Soman Dogramaci wek qeyûm hat tayînkirin. Gel li dijî xespkirina îradeyê bi bertekin. Şêniyên taxa Esentepe bi lêv kirin ku bi mehane pirsgirêka avê dijîn û kolan nayên paqijkirin.   Hayat Akdogan destnîşan kir ku rojê tenê saetekê av tê û got: “5-6 mehe av nayê. Kolan hemû herîne. Du caran ambulans hat lê nikaribû derkevin jorê rê. Em neçar man nexweşan heta nîvê rê bibin.”   Hasret Yîgît jî daxuyakirin ku nehatina avê ew gelek westandine û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka av, çop û rê êdî sînor bezandine. Şaredarî xizmetê nake. Beriya qeyûman pirsgirêk tunebûn. Çawa qeyûm hatin av hatin birîn. Em vê zivistanê zehmetiyên mezin dikşînin.”   Gozel Îşbîlîr jî bertek nîşanê rewşê da û diyar kir ku carna 3-4 rojan av nayê û got: “Carna ji bo zarokên xwe bişom, berfê dihelînim. Berê me derdê xwe ji şaredarê xwe re digot. Lê bi qeyûm re ev ji holê rabû. Rewşa aborî ji xwe nebaş e. Kes ji mala me naxebite. Hevjînê min jî ji şaredariyê derxistin.”