Bi cil û bergên xwe yên kurdî li meclisê bûn: Wê sedsala 21'ê bibe sedsala jinan 2020-03-10 14:59:10   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku tevli Civîna Koma Jinan a Partiya xwe ya li meclisê bû ji aliyê jinan ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin. Pervîn di komcivîna ku jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli bibûn de axivî. Pervîn wiha got:" Em careke din dibêjin ku wê sedsala 21'ê bi be sedsala têkoşîna jinan û bibe sedsala raperîna jinan."   Koma Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Bi tevlbûna gelek jinan û parlamenterên jin li Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û parlamenterên jin bi minasebeta Roja Cil û Bergên Kurdî ya Netweyî  bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevli civînê bûn. Pervîn bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" ku hatin berzkirin ket salona civîn lê hat lidarxitin.    Pervîn 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Ez we hemûyan bi coşa biharê û hezkirin û hurmet silav dikim.”    'Nikarin dengê heqîqetê qut bikin'   Pervîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girtin û binçavkirina rojnamegeran û got: “Li vî welatî girtina rojnamegeran bi awayek dij hiqûqî didome. Ev dijhiqûqî bi destê daraza AKP’ê pêk tê. Em girtin û binçavkirina rojnamegeran şermezar dikin. Ev îqtîdar çi dike bila bike wê nikaribe dengê heqîqetê qût bike.”    Pervîn silavên xwe ji hemû jinên girtî re şand û got: “Em hezkirin û silavên germ ji we re dişînin. Em bejna xwe li ber jinên têkoşer ên şehîd ditewînin. Wê têkoşîna wan rêya me ronî bike û wê bîranîna wan hêzê bide têkoşîna me.”    'Jin li dijî her cureyê tundiyê hatin gel hev'    Pervîn têkildarî çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî axivî û wiha got: “Di 8’ê Adarê de jin ji Amedê heta Stenbolê û ji Îzmîrê Heta Amedê û li çar aliyê welat li qadam bûn. Jin li dijî her cûre tundî û qirkirinê û ji bo piştevaniyê hatin gel hev. Jin li dijî talan, şer, kedxwarî, mêtingerî, cûdakariyê û ji bo em xwedî li mafên gelê xwe derkevin li qadan kom bûn. Me jinan hemû bi hev re azadî û wekheviyê qîr kir. Me hemûyan bi hev re got ‘Em li vir in! Hêvî û wêrekî em in! Em bi rêxistinkirî ne û bi hev re xurt in.’ Bi taybetî ji vir em carek din bi hezaran silavê xwe ji hemû jinên girtî û niha hemû jinên li cîhanê li ber xwe didin re dişînin. Me got û em her tim dibêjin; wê sedsala 21’emîn bibe sedsala têkoşîn û serkeftina jinan.   Em dizanin jiyan ji bo jinan tenê ne li Tirkiyê li her devera cîhanê di serdemek dijwar de derbas dibe. Pergala mêr û faşîzm li her devera cîhanê eynî ye. Dijminê jinan e. Hemû destkeftiyên jinan tenê ne li Tirkiyê li her devera cîhanê bi talûkeyê re rû bi rû ne. Em jinên ji bo azadiya xwe li ser pêya ne silav dikin. Têkoşîn, xebat û berxwedana jinan wêrekiyê dide her deverê. Wê têkoşin û şoreşa jinên Rojava serkeftinê ji me re bîne.    'Berxwedana jinan belav dibe'   Pervîn diyar kir ku têkoşîna jinan li Tirkiyê pêlek berxwedanê ya nû datîne holê û ev tişt got:" Jin li dijî qirkirina jinan li her deverê li dijî faşîzmê li ber xwe didin û berxwedana xwe didomînin. Çimkî bedena jinan û destkeftiyên jinan bi êrişên giran re rû bi rû ne. Îqtîdara mêr ya AKP’ê ku 18 salan li ser kar e, hemû maf û destkeftiyên jinan dixwaze ji holê rake. Hema bêje rojê 3 jin tên qetilkirin. Tundî bi destê dewlet-zilam, îqtîdar-zilam û daraza zilam pêk tê û vê tundiyê rewa dikin. Em di pêvajoyek giran de derbas dibin. Me mînaka vê yekê ya dawî li Taksîmê li dijî jinan dît. Tevî hemû êrişan jî jinan meşa xwe pêk anî. Em li dijî hemû dijminahî, qirkirin û tundiya we li ber xwe didin û têkoşîna medidome. AKP ne azadiya jinê dijminahiya jinan berfireh dike. Lê mixabin li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. Ji bo kujerên jinan ceza negirin û nedîtina cenazeyê Gulistan Dokû bi taybet tê xwestin. Çimkî tiliya AKP’ê di nava van hemû kirinan de heye."   'Baqrê herî giran jinan hilgirt'   Pervîn anî ziman ku barê herî giran jinan hilgirtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Barê herî giran jinan hilgirtiye û tahdeya mezin li wan tê kirin. Îqtîdarê bi taybetî siyaseta jinên HDP’yî kiriye hedefa xwe û armanca wan ew e ku em bêdeng bimînin û meydanan ji wan re berdin. Lê wê vê yekê nikaribin pêk bînin. Êrişên giran li ser siyaseta me birêve dibin. Her cûr rêbaz bikar anîn lê dîsa bi ser nakevin. Çi kirin jî me li her deverê ji hundir heta derve li ber xwe da û em li her deverê ne. Em jin destûra wan bingehîn naxwazin û em ê destûra bingehîn a demokratîk a jinan saz bikin. Em alîgirê aştiyê ne û li ser refên aştiyê cihê xwe digirin. Şer ne tercîha gelan e. Bloka îqtîdara AKP-MHP’ê ji bo xwe birêve bibe di şer de israr dike.”    'Biryar dijhiqûqî ye'    Pervîn birîna cezayê li Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî rexne kir û got: “Dadgeha AKP’ê ceza li birêz Selçûk Mizrakli birî. Ev biryar li dijî hiqûqê ye. Biryarek siyasî û ne rewa ye. Êrîşek li dijî vîna gel e. Birêz Selçûk bi boneya dizî û nelirêtiya qeyûman eşkere kir bûye hedefa AKP’ê. Dizek li derve ne û dengê heqîqetê Serok Selçûk jî girtî ye û tê cezakirin. Bila ev zîhniyet vê baş bizanibe wê ev heyam wisa dewam neke. Em ê li dijî vê polîtîkayê têbikoşin. Em silav û piştevaniya xwe ji bo birêz Mizrakli dişînin.”   'Divê dest ji dijminantiya kurdan berdin'   Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser geşdanên li Idlibê, veguheztina penaberan û hevdîtina Serokkomar Erdogan û şandeya wî ya li Moskovayê û got her ku AKP li Idlibê têk diçe xwe bi Moskovayê digihîne. Pervîn da zanîn ku ew bi bîra AKP’ê dixe ji Idlibê tiştek ji wan re dernakeve û bi destê wan nakeve û ji bo tiştek bi destê xwe bixînin ji Qesra Kremlîn dernakevin. Pervîn xwest AKP li Sûriyê dest ji polîtîkaya dijminahiya kurdan û bêstatû hiştina kurdan berde û ji bo pêşiya çareseriya demokratîk divê pêşiya gelên Sûriyê were vekirin. "   'Penaberan dikin amûrê bazarê'    Pervîn trajediya tê serê pênaberan jî wek encama polîtîkayên giran ên şer nirxand û got mafê penaberan hatiye binpêkirin. Pervîn xwest ku divê îqtîdar penaberan neke amûrê bazarên xwe yên qirêj.