Ji şaredariya herêmên Şehbayê hemleya ‘Paqijî jiyanê nûjen û xweşik dike’ 2020-03-10 13:32:51   ŞEHBA - Bi armanca parastina şêniyan ji nexweşiyan, şarederiya navçeya Fafînê li Şehbayê bi dirûşmeya "Bi paqijiyê jiyan nûjen dibe” des bi hemleya paqijiyê kir.   Şaredariya herêma Şehbayê ji bo parastina gelê herêmê ji nexweşiyan, her wiha ji bo xemla herêmê xweşik bimînê, dest bi hemleya paqijiyê kir. Di hemleyê de endamên Meclîsa Herêmê, endamên şaredariyê û komînan, beşdar bûn. Hemle li navçeya Fafînê ya Şehayê dest pê kir û wê derbasî tevahî herêmê bibe. Têkildarî hemleyê ji rêveberiya şaredariyê ya Efrînê Semîra Mihemed armanca hemleyê ji me re parve kir.   Semîre ji bo hemleya paqijiyê wiha got: ” Çalakiya me ya paqijkirinê wê derbasî hemû kolan û gundewarên herêmê bibe. Ji bo parastina paqijiya  Şehbayê bi giştî, ev çalakî weke hemleyekê hat destpêkirin û mehane li tevahî navçeyên Şehbayê, tê meşandin. Bê paqijî jiyan ne xweşe,  ji bo ku gelê me ji nexweşîyan werin parastin û xemla bajarên me xweşik bimîne, ev hemle wê bidome. Banga min ji tevahî şêniyên şehbayê re ku li baqijiya bajarên xwe baldar bin û bibin alîkar ji bo jiyaneke paqij bi tendurist.”