Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-03-10 12:39:46   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re bikaribin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê gulanê, 22’yê gulanê, 12’yê hezîranê, 18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019’an de li gel miwekîlên xwe hevdîtin pêk anîbûn. Hemû serlêdanên parêzeran ên ji 7’ê tebaxê ve heta niha nehatine bersivandin.