Tifaqa Kurdistanî ji bo Newrozê dicivîn 2020-03-10 12:31:43   AMED - Bi mijara Newrozê dê pêkhateyên Tifaqa Kurdistanê sibê civîneke çapameniyê li dar bixin.    Kongreya Civak Demokratîk (KCD), Partiya Azadî, Komeleya Kurdên Şoreşgerên Demokratîk (DDKD), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) ku Xebata Tifaqa Kurdistanê dimeşîne, dê sibê saet di 11.0'an de bi mijara Newrozê civîneke çapameniyê li dar bixe. Hevserokên KCD û HDP'ê û nûnerên partiyên ku di nav Xebata Tifaqa Kurdistanê de cih digirin, tevlî civînê bibin û starta Newrozê bidin.   Beriva civîna ku sibê bê lidarxistin, bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo Newrozê xebat tên berdewamkirin. Ji bo Newrozê ku mijara wê "Tundiyên li ser zimanê zikmakî, yekitiya neteweyî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan" be, dê di rojên pêş de ji bo destûrê serlêdana fermî jî bê kirin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji bo beşdarbûna gelek nûnerên ji derveyî welat daxwazname şandine.  Hulya, da zanîn ku tax bi tax, gund bi gund û mal bi mal digerin û gel vedixwînin Newrozê û bang kir ku herkes tevlî Newrozê bibe.