'Armanca min ew e ku folklora Tebqayê bi tevahî cîhanê bidim nasîn' 2020-03-10 09:02:04   Xezne Celal   TEBQA - Hunermend Yasmîn Esker diyar kir ku armanca wê ya stranbêjiyê ew e ku dengê Tebqayê ragihîne tevahiya cîhanê û got: "Divê jin ji bo ku armancên xwe pêk bîne têkoşîn bike."   Bajarê Tebqayê bi hunermendên xwe yên kevneşop navdar e. Hîna bi kevneşopiya xwe ya bingehîn ve girêdayî ye ji ber ku ew bi dîrok û gelên herêmên ve têkildar e. Kesayetên hunerî li Tebqayê hîna hene ku mîrateya hunera xwe diparêzin û li ser dixebitin da ku ji nû ve zindî bikin û pêş bixin.   Hunermed Yasmîn Esker, 28 salî ye û ji bajarê Tebqayê ye. Bi jêhatîbûna xwe ya hunerî di nava civakê de tê naskirin û xwedî dengekî xweş e. Yasmîn ji bav û apên xwe fêrî stranbêjiyê bûye. Hunera stranbêjiyê bi stranên folklorîk ên kevneşopî yên bi her rengî nas kir da ku folklora xwe bigihîne tevahî cîhanê. Hewil dide ku xwe di aliyê hunerî de pêş bixe û xwe fêrî hemû amûrên mûzikê bike. Yasmîn Esker di 12 saliya xwe de hunera xwe ya stranbêjiyê keşif kir. Çalakiyên hunerî yên ku dibistanên li bajarê Reqa, Dêre Zor û Şamê li dar dixistin Yasmîn beşdarî dibû û gelek xelet wergirtiye.   Yasmînê strana xwe ya yekemîn bi navê "Awazê şehîdan" li Qamişloyê tomar kiriye û li Reqayê klîba wê kişandiye. Ev stran ji aliyê gel ve hat hezkirin.    Di vê derbarê de hunermed Yasmîn Esker çîroka xwe ya qada hunerê ji me re parve kir.   'Ji ber şer min xwendina xwe da rawestand'   Yasmînê teqez kir ku wê di zarokatiya xwe de stran digot û wiha domand: "Dema ku xizmên me li hev diciviyan, stran digotin û helbest dixwendin. Rojekê yek ji wan ji min daxwaz kir ku ez jî stran bêjim, min jî daxwaza wî pêk anî û stran got, wê demê dengê min ecibandin û piştgiriya min kirin ku ez di aliyê hunerê de xwe pêş bixim. Piştî demekê komîteyek hat dibistana me û li kesên dengê wan xweş digeriyan ji bo pêşbirkê. Ez jî tevlê vê pêşbirkê bûm û serkeftinên mezin li bajarê Reqayê min bi dest xist. Her wiha ez beşdarî mîhrîcana bajarê Zebedanî jî bûm. Ji ber şerê li Sûriyeyê min xwendina xwe da rawestandin."   'Malbata min piştgiriya min dikirin'   Yasmînê destnîşan kir ku di jiyana xwe ya hunerî de di aliyê malbatê de tu zehmetî derneketine pêşiya wê û wiha pê de çû: "Bav û apê min timî piştgirî didin min ku stranbêjiya xwe berdewam bikim. Lê ji ber şerê ku li ser bajêr de hatî ez demeke dirêj dûrî hunerê ketim. Bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re hunera min jî di hundir de hat dorpêçkirin. Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê ez bi Muhemed Elî  re zewicîm. Hevjînê min ji bo parastina ax û welat beşdarî nava rêfên QSD’ê bû. Niha ez dayika du zarokanim û ez bi wan re mijûl dibim."   'Armanca min ew e ku folklora Tebqayê bi tevahî cîhanê bidim nasîn'   Yasmînê destnîşan kir ku piştî zarokên wê mezin bûn, ew dîsa vegeriya navenda çand û hunerê û dest bi xebatên hunerî kir û wiha dewam kir: "Nêzî 6 meh in ez di navenda çand û hunera Tebqayê de dixebitim da ku bêhtir xwe di xebatên hunerî de pêş bixim. Di destpêkê de min perwerdeya deng dît û hîn amûrên mûzikê nas kirin. Armanca min ew e ku folklora Tebqa û nasnameya gelê herêmê bigihînim tevahî cîhanê. Di destpêka karê min ê li navenda çand û hunerê de gelek zehmetî min dîtin ji ber ku koma min tê de kar dikir tevahî mêr bûn. Lê bi demê re min ev zehmetî giştî derbas kirin û komeke hevbeş me di navbera xwe de ava kir."   'Têkoşîn û berxwedana xwe mezin bike, xewn û xeyalên xwe pêk bînin'   Yasmînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min gelek stran tomar kirine û li Qamişlo, Kobanê û Eyn Îsayê beşdarî gelek mîhrîcanan bûme . Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê min du stran li ser jinan tomar kirin e. Ez hêvîdar im fêrî hemû amûrên mûzikê bibim û hunera xwe di hemû çalakiyan de pêşkêş bikim. Hêvî dikim ku her jinek li hember şert û mercên li pêşiya wê dibin asteng li berxwe bide û hunera xwe derxîne pêş. Têkoşîn û berxwedana xwe mezin bike, xewn û xeyalên xwe pêk bînin."