Starta Newerozê wê li Amedê bê dayîn 2020-03-09 17:00:03   AMED - Starta Nerwozê wê li Amedê  di11’ê Adarê de bê dayîn. Logoya Newrozê wê tecrîd, zextên li ser zimanê dayikê û yekîtiya netewî be.   Civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meclîsa Partiyê (MP) li gel hevşaredar û parlementer nûnerên Tevgera Jinên Kurd (TJA) a li ser Newrozê li Amedê bi dawî bû.   Di civîna li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajar ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, logoya sereke ya pîrozbahiya Newroêz ya îsal wê zextên li ser zimanê dayikê, yekîtiya netewî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be.   Starta pîrozbahiyên Newrozê wê 11’ê Adarê roja Çarşemeê li Amedê bi civînek çapemeniyê bê dayîn. Civîna çapemeniyê ya ku wê li Otela Demîr a Sûrê pêk bê wê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar, Hevşseredarên DTK’ê Berdan Ozturk û Leyla Guven, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên partiyên din ên di nava Xebatên Tifaqa Kurdistanê de cih digirin, amade bibin.   Di civînê de tecrîda li ser Ocalan jî hate nirxandin. Her wiha biryar hate girtin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê çalakiyên demokratîk pêk bînin.