Partiya Sûriya Pêşerojê şahiya 8'ê Adarê li darxist 2020-03-09 16:29:34   ŞEHBA - Partiya  Sûriya Pêşeroj ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahiyek li navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xist.   Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Efrîn û Şehbayê şahiyek li navçeya Ehdas a Şehbayê li da rxist. Di şahiyê de şêniyên Efrîn û Şehba, endam û Rêveberên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Cihê şahiyê bi alên Partiya  Sûriya Pêşerojê hatibû xemilandin.    Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şervanên azadiyê hat destpêkirin. Paşê li ser navê Desteya Jinê ya herêma Efrînê Zelox Reşîd axivî. Zelox 8'ê Adarê tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Jin li dijî zihniyeta desthilatdar herdem di nav berxwedan û têkoşînê de ne. Dewleta tirk û çeteyên wê xwestin bi qetîlkirina Hevrîn Xelef, têkoşîna jinan lawaz bixînin, lê jinên kurd û ereb bi wekheviya xwe xewin û xeyalên dijmin têk birin. Em ê her li ser rêya Hevrînan têkoşîna xwe dewam bikin."   Paşê sinevîzyonek têkîldarê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hat pêşkêşkirin. Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Bêrîvan Cinêd jî derbarê dîroka jin û têkoşîna wê axivî.    Şahî li ber sitranan bi govendê qediya.