Dayika Aştiyê bi cenazeyê keça wê îşkence kirin 2020-03-09 15:30:38   AMED - Cenazeyê şervana YJA Starê ku berî bi 4 mehan jiyana xwe ji dest dabû nadin malbata wê. Dayika Aştiyê Kutsiye Eryilmaz ku derbarê keça xwe de daxuyanî da, diyar kir ku cenaze îşkence kirine, li gel ku meh di ser re derbas bûn jî cenaze nedane wan.    Dayika Aştiyê Kudsiye Eryilmaz diyar kir ku berî bi 4 mehan polîsan telefonî wê kiriye û gotine ku keça wê ya şervana YJA Starê jiyana xwe ji dest daye.Kudsiye diyar kir ku ew ji bo cenaze bigirin çûne Muşê û ji ber ku cenaze di rewşa ku nayê naskirin de bû wan nikaribûne teşhîs bikin.  Kudsiye ya ku bi mehan e hewl dide cenazeyê keça xwe bigire, derbarê mijarê de serî li  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê  da.  Piştî serlêdana Kutsiye li Komeleya Madên Mirovan daxuyanî hat dayîn.Di daxuyaniyê de serokê ÎHD'ê yê Amedê  Abdullah Zeytun, rêvberên ÎHD'ê û Dayikên Aştiyê cih girtin.    'Kî dibe bila bibe divê cenaze bê dayîn'   Di daxuyaniyê de serokê Komeleya Mafên Mirovan Abdullah Zeytun axivî û derbarê mijarê de wiha got: "Berî bi çar mehan dayik ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire mînaka xwînê daye. Li gel ku meh derbas bûn jî ji Tipa Edlî tu encam nehat. Derbarê nedayîna cenazeyên endamên rêxistinê de li komeleya me bi dehan serlêdan hatine kirin. Çi dibe bila bibe divê cenaze bidin malbatan. Em di  vê mijarê de ji rayedaran daxuyaniyekê dixwazin."   'Bi mehane cenazeyê ku nehatiye dayîn hatiye îşkencekirin'   Dayika Aştiyê Kudsiye jî ku axivî, diyar kir ku cenazeyê 5 kesên bi keça wê re jiyana xwe ji dest dane radestî malbatan hatine kirin, lê ligel ku meh derbas bûne jî cenazeyê Zehrayê nedane wê .Kudsiye ku dema bahsa pêvajoyê kir rondikên çavên xwe negirtin wiha got: "Îşkenceya li cenzeyan nayê qebûlkirin û dijmirovî ye."   'Ger ku cenaze nedin ez ê det bi greva birçîbûnê bikim'   Kudsiye diyar kir ku ji qereqoleke Mûşê telefonî wê kirine  û pirsa "Zehra Eryilmaz keça te ye?" jê kirin. Kesê ku telefon kiriye pitî hîn bûye ku zehra keça Kutsiyeye jê re gotiye cenazeyê keça te li Morga Meletyê ye û ger ku bê teşhîskirin tu dikariî bigirî.  Kudsiye wiha berdewam kir: "Ez û hevjînê xwe bi hev re çûn Meletyê. Wêneyê di kompîturê de nîşanî hevjînê min dan. Wî jî nas nekir. Min xwest binêrim lê wêne nîşanî min jî nedan. Min jî got ger ku hûn nîşan nedin cenazeyê li morgê nîşanî min bidin û ger ku hûn nîşan nedin ez ji vir naçim.  Min nêrt lê nedihat naskirin. Tu kes vê rewşê heq nake.  Divê rêz ji cenaze re bê girtin.  Tişta li cenaze kiribûn dijmirovî bû. Wek dayikekê ji ber ku min nikaribû cenazeyê keça xwe teşhîs bikira ez gelek xemgîn bûm.  Ji vê zortir tu tişt tune ye. Ez bang li wezîrê dadê û kesên ku ji xwe re dibêjin ew mirovin dikim û dipirsim çima çar meh in cenzeyê keça min nadin.  Ez derman bi kar tînim ger ku cenazeyê keça min nedin min ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim."   Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.