Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye 2020-03-09 15:07:33   MÊRDÎN - Hat îdîakirin ku li gundekî Midyadê jina bi navê Aygul A. xwe kuştiye.    Li Gundê Tînatê ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê, hat îdîakirina ku jina bi navê Aygul A. xwe întîhar kiriye. Hat diyarkirin ku cenazeyê Aygul A. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û piştî otopsiyê wê li gund bê definkirin.    Li aliyê din, hat destnîşankirin ku mêrê bi navê E.B. yê bi rêya mehra olî bi Aygul A. re zewicî ji bo îfadeya wî bê girtin birine qereqolê û hîna jî karê îfade girtina wî dewam dike.    Welatiyên gund, dan zanîn ku E.B. ragihandiye ku Aygul A. întîhar kiriye.