'Divê navbeynkarî neyê qebûlkirin' 2020-03-09 13:29:14   MÊRDÎN - Komisyona Mafên Zarokan û Jinê yaa Baroya Mêrdînê bi boneya 8'ê Adarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dozên wekî tundiyê de navbeynkarî ya li Dadgehên Malbatan divê wekî çareseriyê neyê qebûlkirin.   Komisyona Mafên Zarokan û Jinê yaa Baroya Mêrdînê bi boneya 8'ê Adarê li ber avahiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzer û rêveberên baroyê beşdarî  çalakiyê bûn. Ji rêveberên baroyê Emîne Erboga di daxuyaniyê de axivî. Emîneyê diyar kir di nava têkoşîna wan de pêdivî bêtir ji  piştevaniyê heye.   'Newekheviya zayenda civakî pêşî li ber pêşketina civakî dibire'   Emîne diyar kir ku li vî welatî jin ji mafên hevpar fêdeyê nabînin û wiha dewam kir:"Newekheviya zayenda civakî pêşî li ber pêşketina civakî dibire. Newekheviya zayendî ya li malê û li qadên cemaweriyê belav dibe dibe sedema binpêkirina mafên jinan."   Divê navbeynkarî neyê qebûlkirin    Emîn wiha got:"Di dozên wekî tundiyê de navbeynkarî ya li Dadgehên Malbatan divê wekî çareseriyê neyê qebûlkirin."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.