Civîna Newerozê hat lidarxistin 2020-03-09 12:53:16   AMED - Li Amedê, sazî û partiyên siyasî, derbarê xebatên pîrozbahiya Newrozê de, li hev civiyan.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenter, hevserokên bajaran û Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA),  berî Cejna Newrozê, derbarê xebatên li dar bixin de li hev civiyan. Civîn li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP’ê ya Amedê pêk hat. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya HDP’ê Ebrû Gunay, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran û gelek kes beşdarî civînê bûn.    Civîn ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.