'Li qadan em bi dengekî bilind ji bo jiyanê qêriyan' 2020-03-09 11:55:52   AMED - Piştî mîtinga 8'ê Adarê ya li Amedê jinan behsa çalakiyên xwe yên 8 rojî kirin. Jinan gotin:"Li qadan em bi dengekî bilind ji bo jiyanê qêriyan. Em dizanin ku rihê 8'ê Adarê Newrozê jî nîşan dide."   Çalakiyên 8'ê Adarê bi rojan dewam kir. Do li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtinga 8'ê Adarê hat lidarxistin. Dirûşma îsal a 8'ê Adarê "Em serîhildanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve dimeşin" bû. Ji Amedê û derveyî wê gelek kes beşdarî mîtingê bûn.    Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen çalakiyên ku hefteyekê pêk anîn nirxandin.    'Em çûn ku derê em bi awayekî bi coş hatin pêşwazîkirin'   Adaletê bal kişand ser girîngiya dayina starta li Dêrsimê û wiha got:"Di demên dawî de bi taybet li dijî jinên ciwan êrîş tên kirin. Ev êrîşan di şexsê Gulîstan Doku de derket holê. Ji bo em balê bikşînin ser tundiyê me start li Dêrsimê dan. Me hewil da ku rêxistina jinê ya li wir hîn zêdetir derkeve pêş. Em wekî jin ji hemû bajarên Kurdistanê ber bi Dêrsimê ve çûn. Ji ber polîtikayên taybet ên şer zêde bûne. Ji bo moral me gelek çalakiyên xwe di çarçoveya şahiyan de li dar xisti. "   'Em li her derê ne em ê li her derê bin'   Adaletê da zanîn ku mîtinga Amedê bi coşeke mezin derbas bû û wiha dewam kir:"Me soz da ku em li qadan bin. Em êdî li her derê ne. Me di mîtingê de ev yek got. Em li dijî polîtikayên şer ên taybet sekinînin. Roja mîtingê bû rojek bextewar a hemû jinan. Hêza herî mezin a jina ye. Me îsal bi dirûşma 'Em serîhildanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve dimeşin,' derketin qadan. Em ê heta salekê bi vê dirûşmê tev bigerin."   'Dê jin ji bo jiyana xwe têkoşîna xwe bidomînin'   Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya wiha got:"Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo 8'ê Adarê şahî, sergî, panel, meşên biçûk hatin kirin. Li gund, navçe û bajaran çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Jinan bi têkoşîna xwe destkeftiyên mezin bi dest xistin. Lê ev yek ji aliyê sîstemê hedef tên girtin. Em destkeftiyên xwe teslîm nakin. Dê jin ji bo jiyana xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ew ê ji bo kesên din jî bijîn têbikoşin. Ew ê jin li dû vê soza xwe ya têkoşînê bisekinin."