KESK'ê li Cizîrê bernameya 8’ê Adarê li dar xist 2020-03-09 08:55:35   ŞIRNEX - Platforma Şaxan a Şirnexê ya KESK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bername li dar xist. Di bernameya ku hat liharxistin de 8’ê Adarê li hemû jinan hat pîrozkirin û peyama îro serhildana jinê ye hat dayîn.   Platforma Şaxan Şirnexê ya KESK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li navçeya Cizîr a Şirnexê bername li dar xist. Rêvberên KESK’ê û endamên wê, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr, Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê Esîn Yilmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) û gelek jin tevlî bûn.   Bername bi rêzgirtinê dest pê kir û di serî de Sekretera Jinê ya Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê Serap Ok axivî. Serap, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Îro roja me bû. Îro roj roja jinên berxwedêr bû. Roja jinên ku li dijî kapîtalîzmê li be rxwe didin e. Roja serhildanê ye.”   Sekretera Jin a SES’ê Hatun Magî jî 8’ê li hemû jinan pîroz kir û banga tevlîbûna mîtînga ku di 15’ê Adarê de dê li Enqereyê pêk were kir.   Herî dawî parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr axivî û wê jî mitînga ku îro li navçeya Silopiyê pêk hat nirxand û got li Botanê coşeke mezin hebû ye.  Nuran, bi lêv kir ku îro li çar parçeyên cihanê jin di nav berxwedanê de bûne û wiha got: “Li dijî îstîsmar, tundî û tecawiza jinê gotin na. Bi Mîlyonan jinan bi qêrîna xwe serhildana xwe anîn ziman. Ev serhildan di sedsala 21’emîn de ji bo wekheviyê nîşaneyek e. Jinan îmkana ku bi hevre bijîn ava kir. Ev piştgirî dê rojên azad jî bi xwe re bîne. Jinên ku têdikoşin slav dikim.”   Piştî axaftinan bername bi sînevîzyona derbarê têkoşîna jinê, bi stranên hatin gotin û  govenda hat gerandin. Bi firandina fenera daxwazan bi dawî bû bû.