Jinan qedexe nas nekir: Meşa jinan dest pê kir 2020-03-08 20:06:47   STENBOL - 18'emîn Meşa Feminîst a Şevê, li gel qedexeya walîtiyê û dorpêça polîsan dest pê kir. Jin bi dirûşma "Bi inyat serhildan" ber bi kolana Îstîklalê ve meşiyan   18'emîn Meşa Feminîst a Şevê ya 8'ê Adarê ku ji aliyê walîtiyê ve hatibû qedexekirin, li gel hemû astengiyan dest pê kirin. Ji serê sibehê ve hemû rêyên ku derdikevin Qada Taksîm û Kolana Îstîklalê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Li ser vê jin li ber Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê hatin gel hev. Jinên ku dowîzên bi dirûşmên "Gulîstan Doku li ku ye", "Bijî têkoşîna Feministan" û "Betalî,xizanî, fatura ne sûcê me ne", "Em ê cîhanê bihejînin û "Jin Jiyan Azadî" hilgirtin, ber bi kolana îstîklalê ve meşiyan.    Pêşiya jinên ku meşiyan li kolana Siraselvîlerê ji aliyê polîsan ve hat girtin. Hevdîtina bi polîsan û komek jin re berdewam dike. Di navber polîs û hin welatiyan de ji niqaş derket .Bendemayîna jinan a ji bo ku bikevin Kolana Îstîklalê berdewam dike.