Li herderê berxwedan li her derê 8'ê Adarê 2020-03-08 18:07:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene, Hatay û Osmaniye, Riha û Meletî jinan di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de mîtîng û şahî li dar xist û banga piştevanî û berxwedanê kirin.    Platforma Jinan a Edeneyê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Ugur Mumcu bi dirûşma " Li deijî şer krîz û  xizaniyê, ji bo azadî, aştiyê em di 8'ê Adarê de li qadan e" mîtîng li dar xist. Beriya Mîtîngê Parlamentera DHP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, parlamenter Muzeyyen Şevkîn û gelek nûnerên saziyên sivîl û jin li ser Pira Kasim Gulek hatin gel hev. Polîsên ku qad dorpêç kirin nehiştin ku jin bi dowîzên li ser wan dirûşmên "Ji şer re na" , "Bila Akît a dimina jinan bê girtin", "Kenê AKP'ê jinan dikuje" û "Bila Diyanet bê girtin li şûna wê stargehên jinan bên vekirin" nexistin qadê.    'Jinan banga aştiyê kir'   Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir, daxuyaniya hevpar a jinan ji aliyê parêzer Sevîl Araci Bek ve hat xwendin.   'Em ê têkoş,mezin bikin'   Sevîl diyar kir ku ew li dijî şer, krîz, tundî û newekheviyê dîsa li qadan e û wiha got: "Di sala 2019'an de herî kêm 474 jin hatin qitilkirin û tenê di meha çile ya 2019'an d e 27 di meha sibatê de ji 22 jin hatin qetilkirin.  Em jin ji bo ku li bedena xwe û li pêşeroja xwe xwedî derkevin em ê li qadan bin û têkoşîna xwe bidomîn."   Piştî Seval Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay diyar kir ku ew 8'ê Adarê wekî roja berxwedan û têkoşînê dibînin û got ku jin bi her cureyê tundiyê re rûbirû dimînin .Tulay diar kir ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û bang li hemû jinan kir ku têkoşînê mezin bikin. Parlamenter Muzeyyen Şevkîn jî di axaftina xwe de  bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê.    Mîtîng bi stranan bi dawî bû.   Ji bo 8'ê Adarê daxuyanî hat dayîn   Meclisa Jinan a Enqereyê jî bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Parka Ataturkê daxuyanî da û xwest ku qanûna bi hejmara 6284 peymana stenbolê bikeve meriyetê.   Hatay   Li hatayê jî jinan di pêşengiya Platforma Jin bi Hev re bi Hêzin de 8'ê Adarê pîroz kirin.  Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Parka Mezin a Antakyayê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka HDP'ê ya Antakyayê Aysel Eşîyok, saziyên sivîl ên li bajêr û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em li dijî krîz û tundiyê di têkoşînê de israr dikin" Hat vwekirin û jinan dirûşmên "Bijî 8'ê Adarê" berz kirin.    Daxuyanî piştî kursiya serbest bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.   Osmaniye   Meclisa Jinan a HDP'ê ya Osmaniyeyê, bi minsebata 8'ê Adarê li avahiya xwe ya navçeyê kom bû, şahî li dar xist. Bi tevlibûna gelek jinan govend hat gerandin.   Riha   Li Rihayê jin li avahiya Egitîm Senê kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Seroka Egitîm Senê ya Rihayê Ozlem Ulutaş ve hat xwendin. Şengul diyar kir ku jin li dijî tundiyê serî natewînin, dîrokê dinivsînin û wiha dirêjî da axftina xwe: "Em ne mahkumê tundi, xizanî û betaliyê ne û em di berxwedanê de li rêza herî pêş cih digirin."    Meletyê    Pilatforma Demokratîk a Jinan li Meletyê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de kom bû, bi pankarta "Li dijî krîz, tundî û newekheviyê em xwe bi piştevaniyê bi rêxistin dikin" daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Bajêr a HDP'ê Perîhan Yucekaya ve hat dayîn.