‘Yekbûna jinan mîsogerkirina yekîtiya neteweyî ye’ 2020-03-08 17:55:14   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku beşdarî şahiya 8’ê Adarê bûne gotin:“Peyama Rêber Apo coş û xemla 8’ê Adarê hîn zêde kiriye. Yekbûna jinan a ji hemu pêkhateyan misogerkirina yekîtiya neteweyî ye.”   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê jinên Efrîn û Şehbayê  bi  xemil û coşeke mezin  cejna xwe pîroz kirin.  Jin bi moralekî xurt derbasî qadên pîrozbahiyê bûn.  Têkildarî 8’ê Adarê û coşa jinan, jinên Efrînê hestên xwe di vê rojê de bi me re parve kirin.   ‘Lidarixistina şahiya 8’ê Adarê ruxmî pilanên qirkirinê têkoşîneke mezin e’   Ji Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê ya navçeya Ehrezê Fatimê Hebeş cudahiya 8’Adarê bi lêv kir û wiha got: “Ji ber ku em îsal  cejna xwe di rewşa koçberiyê de pîroz dikin, cudahiyeke mezin da avakirin, ew jî rihê jina têkoşînvan e.  Li darxistina şahiya 8’ê Adarê ruxmî hemu êrîş û pilanên qirkirinê têkoşîneke mezin e. Peyama Rêber Apo, bû sedem ku dengên jinan esmanê Şehbayê bixemlîne û zêdetir xwe bi hêz bike.”   ‘Bi saya fikrê Rêber Apo îro jinan xwe gihand wateya rast a 8’ê Adarê’   Girêdayî weteya 8’ê Adarê ya ji bo jinên Efrînê Fatimê wiha got: ”Taybetmeniya roja 8’ê Adarê ji bo jinên Efrînê ku bi salan e di bin zext û zordariya zihnîyeta de dagikeriyê de ye, li ber xwe didine. Bi saya fikrê Rêber Apo  îro jin dikarin xwe bighîne weteya rast a 8’ê Adarê û hewildana ji bo rizgarkirina hemû jinan bikin.”   ‘Peyama ji Îmraliyê gelek girîng e’   Ji Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Hesna Hesen  şahî û coşa jinan anî ziman û wiha got: ”Şahiya 8’ê Adarê ya nava şerdên koçberiyê de wateyek wê cuda heye. Bi taybet dema ku gel agahiyek ji Rêber Apo bihîst, jinan qêrînên azadiyê hildan. Peyama ji Îmraliyê gelek girîng e. Ji bo azadiya Rêber Apo her jin wê li ser piyan bin, her dengê me li hember dagirkeriyê û komployê wê bilind bibe. Di şahiya îro de yekbûn û rengên 8’ê Adarê derdikeve pêş, bi yekîtiya me em ê bigihînin armancên xwe.”   ‘Divê hemû jin li çand û dîroka xwe xwedî derkevin’   Endama Koma Kevneşopiyê ya Tevgera Çand û huner a herêma Efrînê, Hemîde Henan axivî û wiha got: ”Daxwaza me di 8’ê Adarê de ku em Newrozê bi Rêber Apo re pîroz bikin bû. Em bang li tevahî jinan dikin ku li çand û dîroka xwe xwedî derkevin û li ser esasê kevneşopiyên me, em ê jiyana xwe bidomînin û  zindî bikin.”   ‘Yekîtiya jinan mîsogeriya hebûna wê ye’   Endama Kongreya Star Zelox Mehmûd ku di destpêka axaftina xwe de cejina 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: ”Bi saya berxwedana pakrewanan em îro bi rengên xwe 8’ê Adarê pêşwazî dikin, îro hemû pêkhateyên Şehbayê ereb, kurd, tirkmen cejna xwe bi hev re pîroz dikin. Yekîtiya jinan mîsogeriya hebûna wê ye.”