Li Mexmûrê 8’ê Adarê hat pîrozkirin 2020-03-08 17:33:46   MEXMÛR - Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyekê hat dayîn û wiha hat gotin: "Em dilsaziya xwe ya azadiyê carek din tînin ziman û em dibêjin dê têkoşîn bidome."   8’ê Adarê li seranserî cîhanê tê pîrozkirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ji bo 8'ê Adarê daxuyaniyek hat dayîn. Jinên wargehê bi cil û bergen kurdî tevlî daxuyaniyê bûn.    Di despêkê hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Çîçek Cengîz axivî û bal kişand ser wateya 8'ê Adarê. Çîçek, wiha axivî: "Em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û her wiha em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. 129 jin li fabrîqayê ji bo maf û jiyaneke azad li ber xwe dan û hatin şewidandin. Ev yek bû wesile ku jin mafê xwe bipirisin û li ber xwe bidin. Ji Sara bigirin heta Rojbînê jin ji bo azadiyê heta keliya dawiya li ber xwe dan. Li rojavayê Kurdistanê jin serî rakir û berxwedana xwe gihand asta herî jor. Şoreşa Rojava şoreşa jinê, mirovahiyê û bi destxistina mafê mirovahiyê ye. Rêber Apo ji bo azadiya jinê li gireva Îmaraliyê di şert û mercên herî zehmet de li ber xwe dide. Em cardin weke jinên wargehê dilsoziya xwe ya ji bo rêberê xwe tînin ziman û ji bo azadiya rêberê xwe em ê di nava berxwedan û tekoşînê de bin.”   Piştî axaftina Çîçekê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla mamoste Gulistan Tunç ve hat xwendin. Piştî xwendina peyamê li ser navê Meclîsa Jinan a Ciwan a Mexmûrê Reyhan Kaya axivî û got: “Rojhilata Navîn bûye qada şer û pevçûnan. Yên ku ji van pevçûnan bi bandor dibin jî bi taybetî jin e. Em dizanin jin ji jiyanê re pêşengtî kiriye. Jin mafên xwe li Rojhilata Navîn wenda kir lê belê dê li Rojhilata Navîn mafê xwe bi têkoşînê bi dest bixin. Ev jî dê ji bo hemû jinên cîhanê re bibe hêviyek. Her wiha rêbertî xwedî li mafê jinan derket, em jin jî dê xwedî li rêberê xwe derkevin."   Piştî daxuyaniyê stran hatin gotin û govend hat gerandin.