Jinên KHK'î peyama xwe ya 8'ê Adarê di wesayeta binçavkirinê de dan 2020-03-08 17:31:49   ENQERE-Jinên KHK'î yên xwestin di çarçoveya 8'ê Adarê de li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin. Jinên ku bi erdê hatin kaşkirin û piştre hatin binaçvkirin peyama xwe ya 8'ê Adarê di wesayeta binçavkirinê de dan.   Jinên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îhraçkirin di çarçoveya 8'ê Adarê de li ber bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin. Jina pankartên bi nivîsên "Em karê xwe paş de dixwazin","Bijî 8'ê Adarê bijî têkoşîna me" hilgirtin. Dema jinan xwestin daxuyaniyê bidin polîsan êrîş kirin. Jin berê hatin dorpêçkirin û piştre lêdan xwarin. Her wiha polîsan jin bi erdê kaş kirin.    'Em kedkar in em ê bi ser bikevin'   Acun Karadag a hat binçavkirin di wesayeta binçavkirinê de axivî û got:"Îktidarê heta niha me têk nebir û ew ê ji niha şûnde jî me têk nebe. Em kedkar in em ê bi ser bikevin."   Merve Demirel jî diyar kir ku ew ji ber çalakiya xwe hatine binçavkirin û got ew ê têkoşîn û berxwana xwe bidomînin.   Alev Şahîn jî wiha got:"Jinên ku têkoşîn dane em wan di wesayeta binçavkirinê de silav dikin. Em silavan li ji jinên têkoşer û kedkar dikin."