Mîtînga 8'ê Adarê ya Sîlopiyê bi dawî bû 2020-03-08 17:02:26   ŞIRNEX - Mîtînga 8'ê Adarê ku li quntarê Çiyayê Cûdî li Sîlopiyê hat hat lidarxistin  bi coşa jinan û bi daxwaza bila qirkirina jinan bi dawî bibe qediya.    Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê de bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve dimeşin" mîtînaga 8'ê Adarê li Sîlopiya Şirnexê ku hat lidarxistin bi dawî bû. Coşa jinan û dirûşmên wan mohra xwe li mîtîngê dan.    Jinan xwest ku dawî li tecrîdê bê   Di mîtînga ku bê naber dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" bê navber hatin berzkirin de jinan xwet ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe  û dawî li qirkirina jinan bê anîn.   Mîtîng qediya lê govend neqediya   Di mîtîngê de bal hat kişandin ser tundiya li hemberî jinan û jinan bi govend û dîlanê daxwaza xwe ya azadiyê anîn ziman. Piştî mîtîng bi dawî bû jî jinan govenda xwe neqedand.    Mîtîng bi govend û lîlandina jinan bi dawî bû.