Şahiya 8'ê Adarê ya Wanê bi lîrandina jinan bi dawî bû 2020-03-08 16:40:20   WAN - Şahiya 8'ê Adarê ya bi dirûşma "Em serîhildanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve dimeşin' li Wanê hatibû lidarxistin bi dawî bû.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8'ê Adarê wekî fînala çalakiyên ku ev 10 roj in didomin şahiya bi dirûşma "Em serîhildanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek, endamên KCD'ê, Hevserokên dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin, Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên Saziya Civaka Sîvîl (STK) û bi sedan jin beşdarî şahiya li Eywana Dawetê hat lidarxistin bûn.    Jinan bi dirûşma "Bê serok jiyan nebe" bertek nîşanî polîsên xwestin astengiyê derxin, dan. Di şahiyê de jinan bal kişandin ser girîgiya hevserokatiyê û yekîtiya neteweyî.    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.