Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê: Em ê bi berxwedanê ber bi azadiyê ve bi meşin 2020-03-08 16:28:42   AMED - Di mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û da zanîn ku îktîdar ji hêz û têkoşîna jinan ditirse û got: "Ji ber ku ji hêz û têkoşîna jinê ditirse em ê jî têkoşîna xwe bidomînin." Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan bang li hemû jinan kir û got: "Ey kurdno bibin yek. Eger em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Yekitiya me azadiya me ye."   Mîtînga ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşîn" li Amedê hat lidarxistin bi dawî bû. Di qadê bi taybetî dirûşmên aştiyê hatir berzkirin. Her wiha îsal hejmara tevlîbûna jinên ciwan jî balkêş bû.   Piştî guhdarkirina stranên Koma Muzîke ya Jinan a MA'yê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan derket ser dikê û axivî. Pervîn 8'ê Adarê li jinan pîroz kir. Pervîn, destnîşan kir ku jin ji bo wekhevî, azadî û mafên jinan îro daketin qadan. Pervîn, di mîtîngê de wiha got: "Têkoşîna jinan di nava têkoşîna cîhanê de têkoşîna herî berfireh e. Ev sedsal sedsala têkoşîna jinê ye û her wiha dê bibe sedsala serkeftina jinê jî."   'Li her qadê êrîş pêk tê lê têkoşîn didomin'   Pervîn, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayen AKP'ê ya 18 salan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nava 18 salan de AKP tenê polîtîkayên yekparêz, pêşxistina zîhniyeta mêr û dijminatiya li hemberî jinê li pêş xistiye. Ji ber van polîtîkayan jin bi êrîş û kuştinê re rû birûdîmînin. Jin li mal, kolan, kargeh û li her derê bi kiryarên nebaş re rûbirû dimînin. Her wiha daraza mêr jî êrîşê mafên jinan dike. Her roj li hemberî jinên HDP'yî êrîş pêk tên. Li hemberî destkeftiyên jinên HDP'î êrîş pêk tên. Bi tayînkirina qeyûman li hemberî pergala me ya hevserokatiyê êrîş pêk tên. Li hemberî gel zilm pêk tê. Lê belê divê baş bê zanîn ku Amed û Mêrdîn di hilbijartinan de dîsa dê berê wan bide Enqereyê."   'Jin dê pêşengtiya yekitiya kurd bikin'   Pervîn, da zanîn îktîdar ji hêz û têkoşîna jinan ditirsin û got: "Ji ber ku ji hêz û têkoşîna jinê ditirsin em ê jî têkoşîna xwe bidomînin. Gel û jin ji îktîdarê natirsin. Jin dê li dijî êrîşan bibin yek û bi hev re têbikoşîn. Em bi grevên birçîbûnê li ber xwe da û em ji wan re bûn bersiv. Niha jî bi tijêkirina qadan em dîsa bersivê didin îktîdarê. Me li Enqereyê kongreya xwe ya giştî li dar xist û me peyama xwe da û me got ku em di vê pêvajoyê de rêya 3'yemînin. Bi tifaka jinan û bi tifaka hêza demokrasiyê be peyama xwe da. Her wiha jin dê pêşengiya yekitiya neteweyî ya kurd jî bikin. Jin tu carî nebûn alîgirên şer. Di şeran de herî zêde jin bedelên giran didin û ji ber vê jî em her tim li dijî şer derdikevin."    'Divê tecrîd bê bi dawîkirin'   Pervîn, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi lêv kir: "Em dixwazin ku tecrîda li hemberî birêz Ocalan bê bi dawîkirin. Tecrîd sûcê mirovatiyê ye. Ji ber vê sedemê em ê li dijî tecrîdê her tim têbikoşîn. Çava mafê hemû girtiyan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne, mafê birêz Ocalan jî heye ku hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re bike. Divê tecrîd bê bi dawî kirin." Pervîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema jin têbikoşe dê wekhevî pêk bê, lê belê heke têkoşîn tune be dê zext û zordarî bidomin. Ji ber vê jî em bang li jinan dikin ku ji bo jinan her roj roja têkoşîn û berxwedanê ye. Ne tenê 8'ê Adarê her roj bila bibe roja jinan."   'Em li dijî taciz û tecawizê serî natewînin'   Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan jî di mîtîngê de axivî û bal kişand ser berxwedana jinan a her çar parçeyan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Berxwedan jinan li her derê cîhanê deng vedaye. Tecrîda li hemberî birêz Ocalan rûyê dewletê yê reş e. Em jin îro li dijî tecawizê li ber xwe didin. Divê hemû jinên li cîhanê dest bidin hev û ber bi azadiyê ve bimeşîn. Îro jinên ku li sînoran tên kuştin ji ber bêrûtiya netew dewletan pêk tê. Bi her awayî dixwazin vîn û berxwedana jinê teslîm bigirin. Lê jin li dijî kiryaran her tim serî rakirin."   Ayşe, li ser yekitiyê jî rawestiya û wiha axivî: "Em bi hevr e bêjin. Ey Kurdno bibin yek. Eger em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Yekitiya me azadiya me ye. Em dîsa bi hev re dibêjin. Destdirêjiya li dijî jinan li Dêrsimê bi Gulistan didome. Ger ku tacîz û tecawizkar neyê dîtin em dibêjin tacîzkar û tecawizkar dewlet e. Em dizanin ku dewlet dixwaze me hemû jinan teslîm bike. Vîna jinê teslîm bike. Em dibêjin, dewlet nikare me teslîm bike. Li dijî olperestî, nijarperesti, kevneperestiyê têkoşîna jinê dê bi ser bikeve. Li cîhanê jin îro li qadan bi hev re dibêjin. Dozger û dadger hûn zilmê li gelan dikin. Kî dest dirêj bike û dest bavêje min polîs e, esker, dadger e, dozger e. Serokê dewleta sozdar e. Serokê dewleta destdirêj û destavêtkar e. Em jin li dijî tacîz û tecawizê serî natewînin. Em bi biryar in. Em bi hêz in. Em serbilind in. Jin jiyan azadî ne."     Gultan Kişanak: Em ê bi rêxistinbûna jinê bersivê bidin    Piştî axaftinan peyama Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê ya ku şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û piştre hatibû girtin Gultan Kişanak, di mîtîngê de hat xwendin û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Gultan, destnîşan kir ku vîna ku li kolan û qadan hatî nîşandan dê pêşengiyê ji pêşerojê re jî bike. Peyama Gultan wiha dom kir: "Em dikarin li dijî  êrîşên li hemberî beden, vîn, ked û hebûnê bi piştevanî û mezinkirina rêxistinbûna xwe dikarin bersiv bidin. Ne tenê rojek û divê bi nêzikatiya her roj 8'ê Adarê ye nêz bibin. Dem dema, mezinkirina têkoşînê ye, dema tijêkirina qadên azadiyê ye. Jin dê bi dirûşm û tilîlîyên xwe li qadan bin. Meşaleya azadiyê ya ku di 8'ê Adarê de hat pêxistin dê xwe bighîne meşaleya wekheviyê ya Newrozê. Dema dema avakirina pira aştiyê ye. Em girtiyên azadiyê dê bi tilîlî, stran û dirûşmên xwe bi we re li qadan bin."   Piştî axaftinan hunermend Gulseven Medar derket ser dike. Piştî muzîkê mîtîng hat bi dawîkirin.    Piştî mîtîngê jinan ber bi Parka Koşuyolû ya Rêzana Amedê vê meşiyan dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin.