'Bi rihê Sakîne û Hevrînan 8'ê Adarê geş dibe' 2020-03-08 16:06:29   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   HESEKÊ - Jinên kantona Hesekê yên ku  tevlî şahiya pîrozbahiya 8'ê Adarê  bûn, 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê pîroz kirin û wiha gotin:"Bi rihê Sakîne û Hevrînan 8'ê Adarê  geş dibe, wisa xeyalên jinan yên azadiyê bi xwe re zindî dikin."   Bi sedan jinên Kantona Hesekê yên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr li gundê Til Bêder li qadên pîrozbahiyê  8’ê Adarê pîroz dikin. Jinên ku tevlî şahiyê bûn peyama 8’ê Adarê ji jinên cîhanê re parve dikin û nêrîna xwe ji me re anîn ziman.   ‘Şaristaniya netewan bi parastina çandê geş dibe’   Endama Rêvebera Kongreya Star a Kantona Hesekê Sediya Celûd derbarê konê berhemên jinan û alavên kevnar ku di nava pîrozpahiyê de vedane wiha got: "Em 8'ê Adarê li tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin. Bi vê boneyê me konê berhemên jinan yên dîrokî û kevnar vedaye, da ku em tê de çand û mîrasê netewê kurd, ereb û aşûriyan tê de nîşan bidin. Em keda dayikên ku bi têkoşîna xwe çand parastine, pîroz dikin. Me gelek tişt li vir daye pêşandan, da ku em ji cîhanê re bidin diyarkirin ku em xwedî li çanda xwe derdikevin. Yekemîn care em konekî pêşandina  çanda netewan vedidin. Şaristaniya netewan bi parastina çandê geş dibe."   'Govend rihê jina azad û bedewbûna wê dide pênasekirin'   Endama Koma Govendê ya Herêma Şengalê Darîn Ehmed jî kêfxweşiya xwe ya ji bo cejna 8’ê adarê anî ziman û wiha got:"Ev heyvek zêdetir e em amadekariyê 8'ê Adarê dikin û di vê rojê de jî em dixwazin vê peyamê bidin, ku em hene û em ê bi çanda xwe ya mirovahiyê biparêzin û govenda azadiyê geş bikin. Em weke  jinên ciwan îro parastina folklora xwe ya kurdî dikin. Em xwedî li çanda xwe ya kurdî, nasname û hebûna xwe derdikevin. 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz be. "   'Bi rihê  Hevrîn û Sakîneyan 8'ê Adarê de geş dibe'   Coza Ebdê jî 8'ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha pê de çû:"Em 8’ê Adarê Ii  Ş.Hevrîn û Sakîne Cansiz pîroz dikin û dibêjin ku rihê wan îro di 8'ê Adarê de geş dibe û wisa xeyalên jinan yên azadiyê bi xwe re zindî dikin . Îro ji her demê zêdetir em bi hêz in. Erdogan wê nikaribe hêz û hebûna me jinan têk bibe. Em deyîndarê Rêberê Ocalan in û em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe çavên dagirkeran derxînin."