Jinên ku tevlî mîtînga Îstasyonê bûn: Me mîrateya berxwedanê dewr girt 2020-03-08 14:27:02   AMED - Jinên ku tevlî mîtîga 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku mirateya berxwedan û têkoşînê dewr girtine û dê heta dawiyê jî têbikoşin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îsal bi dirûşma "Em berxwedanê bi rexistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşîn" daketin qadan. Bi wesîleya 8'ê Adarê îsal li Amedê li Qada Îstasyonê mîtîng hat lidarxistin. Gelek jin bi cilên xwe yên kurdî daketin qadan û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn ji ajansa me re axivîn.    Nura Abay bi cilên xwe yên kurdî tevlî mîtîngê bû û diyar kir ku dê jin bi reng û dengê xwe qadan bixemînin. Nura, destnîşan kir ku jin dê bi dirûşma "Jin jiyan azad" dê her tim li qadan bin.    Çîlem Aydin jî tevlî mîtîngê bû û destnîşan kir ku di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de tevlî tûra bisiklêtê bûye û got: "Îro jî em bi reng, den, coş û kelecana xwe tevlî mîtîngê bûn. Me mîrateya berxwedan û têkoşînê girtiyê û em ê heta dawiyê jî têbikoşin."   Mîtîng bi coş û kelecan didome.