Baş e ku em hene: JINHA 8, Jin TV 2 salî ye 2020-03-08 13:48:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger ên berdewamkarên kevneşopiya çapemeniya azad JINHA û Jin TV ava kirin. JINHA 8, Jin TV 2 salî ye.    Yek ji jinên rojnameger a berdewamkarên kevneşopiya çapemeniya azad, Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ji bo derbarê întiharên jinan lêkolînê bike di 2006'an de diçe Îranê û li wir ji aliyê hêzên rejîmê ve tê qetilkirin. Xeyalên jiyanê berê bi Ajansa Nûçeyan a Jinê (JİNHA) û pişre bi Jin TV geş bû.    JINHA'yê 8 sal berê dest bi weşanê kir   Em bêyî ku bifikirin ka mêr çi difikirin, dinivîsin. Em zimanê çapemeniyê diguherînin. Bi dirûşma 'Piştî me ew ê êdî çapemeniya cîhanê ne wek berê be' me di 8'ê Adara 2012'an de dest bi weşanê kir. Ji bo em zimanê zayendperest ê mêr biguherînin, ji bo em zorê bidin ku biguhere wekî ajansa jinê, editor, nûçegîhan, wênekêş, şefa nûçeyan, gerînendeya nûçeyan hemû jin in. Xebatkarên JINHA'yê her çiqas jî mudaxale li zimanê nûçeyên wan hatibe kirin jî wan qet serî netewandin ji sekna xwe daneketin. JINHA'yê wekî parçeyek ji têkoşîna jinê 4 salan xebatên xwe domand.    JİNHA, di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK ku ji aliyê hukumeta AKP'ê ve hat derxistin hat girtin. Tevî ku JINHA hat girtin jî nûçegîhanên JINHA'yê qad vala nehiştin û şopandina nûçeyan dewam kir û li ser medyaya civakî parve kir.    Jin TV 2 salî ye   6 sal piştî JINHA'yê vê carê Jin TV hat avakirin û xeyalên Şîlanê pêk hat. Bi pêşengiya Weqfa Jinê ya Newayê Jin TV di 8'ê Adara 2018'an de dest bi weşana xwe ya testê kir. Bi dirûşma "Dengê jinê, rûyê jiyanê" Jin TV dest derket ser rê û di 30'yê Hezîranê de jî dest bi weşana xwe ya normal kir. Jin TV armanc kir ku bibe dengê jinên cîhanê, armanc kir ku têkoşîna jinê bi jiyanê bide bihîstin. Jin TV bi zaravayên Kurdî, Kurmancî, Soranî, Kirmancki, her bi zimanê tirkî û erebî jî weşanê dike. Her wiha Jin TV di heman demê de bi zimanên Elmanî, Îspanyolî, Tirkî weşanê dike. Jin TV a ku jin eleqeyê nîşan didê li gor jinê weşana xwe dike.