Jinan ji şahiya 8'ê Adarê bang kir: Bila tecrîd bi dawî bibe 2020-03-08 13:43:49   WAN - Jinên ku di şahiya 8'ê Adarê ya di pêşengiya TJA'yê de li Wanê hat lidarxistin bal kişandin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Adbullah Ocalan a li Îmraliyê û gotin, "Heta tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome."   Jinên tevli mîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hat lidarxistin bûn daxwazên xwe rêz kirin.    Ji jinên tevli şahiyê bûn Medîne Adar, "Em wekî jinên kurd ji birêz Ocalan re azadiyê dixwazin.  Em 8'ê Adara jinên girtî pîroz dikim.  Ez dixwzim jinên girtî bên berdan."   'Bila tecrîd bi dawî bibe'   Bêrîvan a ku tevli şahiyê bû jî diyar kir ku di serî de jinên kurd divê her kes li dijî xizanî û tecrîdê têbikoşe û wiha berdewam kir: "Bila cîhana mêr nebêj ku tenê mêr hene. Jin jî hene û wê hebin. Divê jin li her derê ji bo jiyaneke azad, demokratîk û aştiyê dengê xwe bilindtir bikin.  Jin ne tenê li malê li her derê divê tevli qadên xebatê bên kirin. Îroj em li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û  ji bo azadiya jinê li vir in."   'Bila tundiya li ser Gelê Kurd bi dawî bibe'   Melîke Malkaver jî diyar kir ku divê li dijî tundiya mêr têkoşîn mezin bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe:" Divê ji bo jin neyên qetilkirin û mafê xwe yê wekhev li qadan bin. Bila tundiya li ser Gelê Kurd bi dawî bibe."   'Bila jin qada têkoşînê berfireh bikin'   Arşîn Dalkiliç jî diyar kir ku 8'ê Adarê roja têkoşîna li dijî tundiay li ser jinê ye û ev tişt got: "Ji ber ku jin kedkar in îro roja xwedîderketina li kedê ye. Di serî de ji bo jinên kurd ji bo hemû jinan roja têkoşînê ye. Divê jin qadên berxwedanê bi hêz bikin."