Rêxistinên jinan li Kerkûkê ji bo 8'ê Adarê daxuyanî dan 2020-03-08 13:33:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê rêxistinên jinan bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyanî dan û di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li Kerkûkê hezar û 905 jin bi şîdetê re rûbirû mane.    Li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê û rêxistinên jinan bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek dan Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta Jin Hena Şikûr ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat diyar kirin: "Li welatê me guhertinên reformên ji bo dadperwerî, civakî, wekhevî û jiyanek serfirazî di rewşek neguncav de ye û divê demê de em pêşwaziya 8'ê Adarê dikin.   Di vê rewşê de jinan erkek giran girtîne li ser milê xwe. Di nerazîbûnên Iraqê rolek wan a girîng heye. Silavên me li keç û jinên welat re heye. Bêguman hewldanên we şoreşe, ji bo avakirina welatekî wekhev û azad bijîn û rêz li mafên mirovan were girtin.”   Di daxuyaniyê de daxwaz wiha hatin rêzkirin:    "* Ji bo avakirina saziyek jinên kêrhatî karkirin ku saziyek yekgirtî û serbixwe be.   * Ji bo biryara yasaya şîdeta li dijî jinê lez were amadekirin.   * Ji bo jinên ji ber şîdetê reviyane cihên taybet werin peyda kirin.   * Ji bo têkoşîna dijî şîdeta li hemberî jinan û sedema xwekuştinê plan were danîn.   * Bi rêya dayîna kirêdiyê a ji bo rewşa aboriya jiyana jinan were başkirin."   Piştre Berpirsa Şaxê Komeleya Hîvaya Iraqê ya Kerkûkê Sirud Ehmed bîlançoya şîdeta li dijî jinan eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di sala salekê de li Kerkûkê hezar û 905 bûyerên şîdeta li dijî jinan hatine tomarkirin.