Jinên Girtî: Em ê di rojên azad de bi hev re têbikoşin 2020-03-08 10:58:55   ENQERE - Komisyona Jinê ya Şaxa OHD'ê ya Enqereyê berî 8'ê Adarê li Girtîgeha Kandirayê bi jinên siyastmedar ên girtî hevdîtin pêk anî. Jinên girtî ji hemû jinên li girtîgehan, li qadan silav şandin.    Komisyona Jinê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasan ên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê berî 8'ê Adarê çû Girtîgeha Tîpa F ya 1'emîn a Kandirayê ya Kocaelî, Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê û hevdîtin bi girtiyên jin ên siyasî re pêk anî. 8 jinên parêzer beşdarî hevdîtinê bûn.    Ji Komisyona Jinê ya OHD'ê Arzu Kurt hevdîtina pêk anî ji ajansa me re rave kir   Di 6'ê Adarê de li Girtîgeha Kandirayê bi girtiyên jin ên siyasî Figen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Selma Irmak, Nurhayat Altun, Edibe Şahin, Çaglar Demirel û Gursel Yıldırım re hevdîtin pêk hat. Girtiyên jin ên siyasî diyar kirin ku ev serdanek ji bo wan bi qîmet e.   Sabahat Tuncel: Ez jinên ku bejna xwe ji qedexeyan re natewînin silavan dişînim   Di hevdîtina bi Sabahat re hat kirin Sabahatê diyar kir ku di têkoşîna di warê demokrasiyê de rola jinê gelek girîng e û jin kirdeyên berbiçav in. Her wiha Sabatê anî ziman ku îktidara ku dixwaze desthilatdariya xwe mayinde bike jin hedef girtiye û got:"Ez jinên ku bejna xwe ji qedexeyan re natewînin silavan dişînim."   Gultan Kişanak: Ji bo yên mehkûm bi awayekî mirovane bijîn divê pêdiviyên wan bên bicihanîn   Gultan Kışanak bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û diyar kir ku muayeneya bi kelepçekirî li ser girtiyan tê ferzkirin û got ev neheqî ye. Gultanê diyar kir ku li girtîgehan ji deterjanê bigire heta çarşefê tê xwestin ku girtî ji kantînan bi buhayên zêde bigirin û got:"Ji bo yên mehkûm bi awayekî mirovane bijîn divê pêdiviyên wan bên bicihanîn. Pêkanînên li girtîgehan dijmirovî ye."   Selma Irmak: Polîtikaya ku li Sûriyeyê tê kirin û dijminatiya penaberan ji hev ne cuda ye   Selma Irmak diyar kir ku qedexeyên tên kirin ji polîtikayên Suriyeyê ne cuda ne. Her wiha got polîtikaya ku li Sûriyeyê tê kirin û dijminatiya penaberan ji hev ne cuda ye. Selmayê diyar kir ku her ku hêza jinê zêde bibe ew ê qedexe û tundî jî kêm bibin.    Bijîşkê ku Fîgen Yuksekdag nas kiriye nexwestiye wê muayene bike!   Fîgenê diyar kir ku ew bi serdanê gelek kêfxweş bûye û wiha got:"Dema ji bo muayeneyê em birin nexweşxaneyê bijîşk min nas kir û nexwest min muayene bike û min birin nexweşxaneyek din. Ev pêkanîn li dijî gelek girtiyan tê kirin. Ev nayê qebûlkirin. Ev kiryarên li dijî girtiyên siyasî bi awayekî sîstematîk tên kirin."   'Em ê di rojên azad de bi hev re têbikoşin'   Arzu diyar kir ku jinên girtî yên siyasî diyar kirine ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û gotine:"Em ê di rojên azad de bi hev re têbikoşin."