'Bi giyan û yekîtiya jinan 8’ê Adarê wê serkeftinê bîne' 2020-03-08 09:37:16   REQA - Rêvebera Jinên Reqayê Zelîxa Ebdî diyar kir ku bi yekîtiya jinan a di roja 8’ê Adarê de wê dilsoziya wan a bi serkeftinê re her bilind be û tu carî jin li hemberî koletiyê bêdeng namîne.   8’ê Adarê  Roja Jinên Cîhanê her sal li seranserî cîhanê tê pîrozkirin. Pîştî biryara  fermî ya Neteweyên Yekbûyî ji sala 1977’an berxwedana jinan li hemberî bê mafiyê encam girtiye û ev roj weke cejin li seranserî cîhanê bi heman armancê cihê xwe girtiye. Rêvebera Jinên Reqayê Zelîxa Ebdî di derbarê pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê nirxandin kir.   'Hovîtiya li ser Hevrîn, Yadê Eqîde û Amara em ji bîr nakin'   Rêvebera Jinên Reqayê Zelîxa Ebdî di derbarê pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de ev nirxandin kir: "Me bi coşek mezin dest bi sala 2020’an kir. Amadekariyên cejna jinê ya ku weke her sala di 8'ê Adarê de tê lidarxistin bi kêfek mezin hatin kirin. Bi dirûşmeya "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" weke nîşaneya berxwedana jinê li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, bi taybet li hember êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmê û kiryarên wan li hemberî jinê ye. Ew hovitiya ser bedena Sekretera Gişti ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef, dayika Eqîde û şehîd Amara kirin kîjan jin dikare ji bîr bike. Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de hovîtiyek a li ser Hevrîn Xelef dest pê kir û bi hovîtî ew qetil kirin."   'Jin xwedî biryara berdewamiya têkoşînê ne'   Zelîxayê da zanîn ku jin li gel hemû cureyên êrîşan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwediyê biryara berxwedanê ne û wiha berdewam kir: "Jin ji despêkê ve xwedî biryara berdewamiya têkoşînê ne û li hemberî tunekirinê têdikoşin. Em sozê didin Hêza Sûriya Demokrat ku bi çalakiyên 8'ê adarê em ê ber bi rizgarkirina tevahî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ve xeta berxwedanê mezin bikin."    Çalakiyên 8’ê Adarê    Zelîxayê da diyarkirin ku dê bernameya 8’ê adarê bi peyama mezinkirina têkoşînê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" mezin bikin û wiha pê de çû: "Li herêma Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrezorê dê peyamên jinan ên di derbarê 8’ê Adarê de bê xwendin. Dê bi axaftinên nûnerên jinan jî giringiya vê rojê bê ragihandin, konên kevneşopiyên gelêrî wê bên vergirtin û her herêmek wê li gorî kevneşopiyên xwe xwarinan û nanên bi şêwazên cuda amede bikin. Her wiha semînerên li ser hişmendiya zayendî li Reqa û gundên wê bê dayîn. Wê meşek girseyî di nava bajêr de bê lidarxistin û dawiyê jî ber bi cihê mitîngê ve bimeşin.   'Yekîtiyekê di 8'ê Adarê de ava bikin'   Di dawiyê de Zelîxayê banga daketina qadan û mezinkirinaa têkoşînê li hemû jinan kir û got: "Banga me ji tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet jinên Reqayê re ew e ku bi êş û janên xwe yekitiyekê di 8’ê Adarê de ava bikin. Pêdivî pê heye em bi hev re dakevin qadan û ji cîhanê re bidin nîşandan ku jinên Sûriyeyê tu carî serî li hemberî tu hêzan natawîne û wê axa ku bi xwîna zarokên wan hatiye avdan biparêzin."