'Bi rihê berxwedana jinên têkoşer em ê 8'ê Adarê pîroz bikin' 2020-03-08 09:02:03   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Cigîra Desteya Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir û Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê Silêman Setam Giêşîş nirxandin kirin û  gotin: "Jin azad nebe mêr jî azad nabe."   Di 8'ê Adara 1857’an de 129 jinên karkerên tekstîlê li New Yorkê bi awayekî hovane û bi destê mêr-dewletê hatin şewitandin. Li ser pêşniyara Clara Zetkîn 8’ê Adarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî hate pejirandin. Piştî salên dirêj li gelek deverên cîhanê jinan ev roj bi coşek mezin pîroz kirin. Lê belê hîna jî netew-dewlet destûr nadin ku jin vê rojê pîroz bikin û her wiha li gelek deveran di vê rojê de kargeh, dibistan, karkerên werzên salê û hwd. nakevin betilana 8’ê Adarê.    Têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinê ya  Cîhanê Cigîra Desteya Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir û Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê Silêman Setam Giêşîş bersiva pirsên me dan.   Hûn 8'ê Adarê beriya şoreşê û piştî şoreşê çawa dinirxînin?   Emîne: Roja 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê yên kedkar û têkoşîn dikin ji bo bigihêjin azadiyê û wekheviyê pîroz dikim. Bi pêşengtiya sembola azadiyê û berxwedana siyasetmedar Hevrîn Xelef û Eqîde Osman em ê şahiya 8'ê Adarê pîroz bikin. Em roja 8'ê Adarê bigrin dest wê demê em dikarin şoreşa 19'ê Tîrmehê wek roja jinan bi nav bikin. Rejîma BAAS'ê roja 8'ê Adarê bi awayek asayî digirte dest. Ji ber wê jinên van herêman ne di zanebûna girîngiya 8’ê Adarê de bûn. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re êdî 8'ê Adarê bi rengekî din hat pîrozkirin û şoreşa 19' ê Tîrmehê bû şoreşa jinê. Danesîn û wateya vê rojê ji bo jinan bû gava serkeftinê.   Beriya hûn tevgera azadiyê nas bikin û piştî we tevgera azadiyê nas kir mêzekirinên we ya 8’ê Adarê bi çi şêwayê bûn?   Silêman: Roja jinên kedkar yên cîhanê rojeke balkêş û pîroz e. Roja 8'ê Adarê ji bo min rojeke sembolîk e, lê ji ber olperestî ya heyî li pêşiya jinê dibe asteng û jin di çarçoveyeke teng de hiştibûn ji bo wê jî civakê bi çavekî neyinî li jinê mêze dikir û jin biçûk dihat dîtin. Bê guman bi salane jin di bin desthilatdariya baviksalarî de ye û jin weke amûr dihat dîtin, lê mirov bala xwe bidê di dema civaka xwezayî de hemû tişt bi destê jinê hatibûn avakirin, lê piştî ku zihniyeta mêrê serdest êdî xwest hebûna jinan tune bikin, êrîşek mezin li dijî jinan hat kirin. Di gerdûnê de her du zayend bê hevdu nabin, ji ber yek ferd bi tena xwe nikare tiştekî bi ser bixe, piştî ku min dîroka jinê û Rêbertî nas kir wê demê nêrînên min di derbarê jinê de hatin guhertin.   Bi şoreşa Rojava re hûn rewşa jinê ya van herêman çawan dinirxînin?   Emîne: Bi têkoşîn û berxwedanê jinan mîraseke dîrokî bi dest xistin. Em fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas digrin, ji ber projeyek ji jinan re veqetand, lê pêwîst e em jî xwedî li vê projê derkevin. Jinê bi saya fikra Rêbertî ev têkoşîn da meşandin û gelek gavên girîng di şoreşê de avêtin. Êdî jin bû xwedî biryar û nêrîn, bi sedan jin bedelên giran dan. Ji bo jin bigihêje azadiya xwe gelekî li berxwe da. Êdî hemû qadên jiyanê bi coş û kelecana jinan hatin xemilandin. Niha li qadên me pergala hevserokatiyê bi awayekî rêk û pêk tê meşandin. Ev pergal ji bo hemû jinên cîhanê dibe cihê îlham û têkoşîna azadiyê. Bi hezaran jin daketin qadan. Ji bo wekhevî û azadiya di nava her du zayendan de bê avakirin jinê her dem têkoşînek mezin da. Di sala 1857'an li ser pêşniyara Clara Zetkîn û têkoşîna jinan Neteweyên Yekbûyî roja 8'ê Adarê weke Roja Cîhanê ya Jinên Kedkar pejirand. Banga min ji jinan tevahî re heye ku em asta têkoşîn, xebat û berxwedanê ji bo azadî û wekheviya jin mezin bikin da ku em civakeke bi edalet û wekhev biafirînin.   Hûn hişmendiya mêrên pêkhateya ereb li hemberî jinê çawa dinirxînin û piştî şoreşê guherînên ku di nava wan de çêbûn çawa dibînin?   Silêman: Dema ku mirov ne di ferqiya zayenda jinê de be wê demê pêwîst e tu nirxandinên cuda neke û mafê mêran tune ye ku di derbarê jinê de biryaran bigire. Destpêkê pêwîst e em rastiya gerdûn, jiyan, mirovan û şaristaniyê nas bikin. Çi dîrok, zanist, felsefe û exlaq be ev hemû ku neyên naskirin wê demê jiyana wekhev di navbera herdu zayendan de nayê avakirin. Ger mêr bikeve zanebûna wekheviya di navbera zayendan de, wê bikaribe hişmendiya xwe ya desthiladar biguherîne. Bi qasî ku jin li peyê lêgerîna azadiyê ye, pêwîst e em mêr jî di lêgerîna xweazadkirinê de bin. Hişmendiya dewlet-netew-kapîtalîzim û civaka feodal dibe sedem ku wekheviya di navbera zayendan de çênebe. Ya rast guherînên hatine çêkirin ne têrker bin jî, lê belê li gorî beriya şoreşê û niha di gelek mêran de guherînên ber bi çav çêbûne. Em mêr di nava hewildanê de ne ku xwe ji taybetmendiyên mêrê serdest û kolê xilas bikin.