ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'AAN 2020-03-08 09:00:00   *Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Cigîra Desteya Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir û Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê Silêman Setam Giêşîş nirxandin kirin û  gotin: "Jin azad nebe mêr jî azad nabe." DÎMEN HEYE   *  Îro 8'ê Adarê ye û bi hezaran jin li dijî taciz, tecawiz, kuştin û kedxwariyê dê biherikin qadan. Hunermend û mamosteya wêneyan Rahîme Sîdar, diyar kir hêza jinan heye ku li dijî hişmendiya serdest a mêr xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. BI DÎMEN    *Jin, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ku her sal dibe mijara bername û hevdîtinên mezin ên li her çar alî cîhanê, bi çalakiya Las Tesîs ya bû yek dengê li dijî kuştinên jinan, pêşwazî dikin.   *Jinên Zirganê yên ku ji ber êrîşan mecbûr mana cihên xwe terk bikin û li bajarê Hesekê perwerdeya xwe dibînin gotin: "Heya ku jinek ji me hebe em ê li ber xwe bidin û dagirkeriya dewleta tirk têk bibin." DÎMEN HEYE   *Îlknur Alçelîk Akîkol, ku mamoste bû û du sal û nîv mabû ku teqawît bibe bi KHK’ê hat îxrackirin. Du zarokên wê hene yek ji bo zanîngeh yek jî ji bo ezmûna lîseyê xwe amade dike. Piştî îxracê ket pêvajoyek zehmet. Îlknurê ewil pirtûk û niha jî bi firotina hêkan debara xwe dike.   *Aysel Gezgîncî ku berê di gelek cemaatan de cih girtiye û her ku pêkanîna li hember jinan dîtiye, xwe jê daye alî. Aysel niha hevseroka HDP’ê ya Bornovayê ye. Ayselê got jin bi taybet ji ser malbatên xwe diçin cemaatan û got: “Gelek jinên di cemaatan de tên tezgezarkirin hene. Ji bo jinê her tim heram lê ji bo mêran helal e. Mêr dikarin her tiştî bikin lê jin nikarin. Dema jin dikin jî tên înfazkirin, cezayê wan tên dayîn.” DÎMEN HEYE