Platforma Jinan a Şahmaran: Divê zextên li hemberî jinê bê bidawîkirin 2020-03-07 18:27:18   MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdinê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku divê zextên li hemberî jinê bê bidawîkirin.    Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser şer û got: "Divê li herêmê şer bê bi dawîkirin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dixwazim em li hemberî êrîşa li bedena me, şîdeta fîzîkî û psîkolojîk serî bitewînin. Em li vê tiştî qebûl nakin. Em xebata bê sîgorte, newekheviya di nava qada kar û nêzîkatiyên mobîngê qebûl nakin. Jixwe hejmara jinan a tevlîbûna qada kar kêm e, lê jinên ku tevlî qada kar bûne jî bi KHK'yê ji kar tên dûrxistin. Bi taybetî 2 sal in welat bi polîtîkayên şer tê birêvebirin. Kuştina jinê û êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan jî her ku diçe zêdetir dibin û polîtîkayeke bêcezabûnê tê meşandin.    Her roj kuştineke jinê û êrîşeke zayendî ya li hemberî zarokan pêk tê, xweza tê qetilkirin, peymanên navneteweyî tên îhlalkirin, li welat her ku diçe cudakarî tê kûrkirin, welat dixin nava şer. Em dixwazin ev kiryar bi dawî bibin. Em dixwazin şer bê bi dawî kirin û ji bo aştiyê gav bên avêtin. Divê dev jî polîtîkayên şer a li hemberî Sûriyeyê bê berdan."