'Dê bi rêxistinbûnê bi ser kevin' 2020-03-07 17:36:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi çalakiyên cuda 8'ê Adarê tê pêşwazîkirin. Li gelek deveran jin daketin qadan û banga mezinkirina têkoşîna azadiya jinê kirin û da zanîn ku bi rêxistinbûnê dê bi ser kevin.    Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li Îdir, Wan, Meletî, Dêrsim, Mersîn û Edeneyê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de jinan banga tevlîbûna mîtîng û şahiyên ku dê sibêhê bên lidarxistin kirin.    Li Îdirê şahî hat lidarxistin   Li Îdirê şahî hat lidarxistin û parlamenter Ayşe Acar Bajaran tevlî şahiyê bû. Di şahiyê de jinan stran gotin, govend gerandin û dirûşm berz kirin. Di şahiyê de Ayşe axivî û diyar kir ku li her qadên jiyanê û li hemû deverên cîhanê jin di bin hişmendiya serweriya zilam de ne û got: "Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên Ehrar El Şarkî ve hat qetilkirin. Ev têkoşîn wê bi dawî nebe. Weke têkoşîna Arîn Mîrkanan û Sarayan wê her tim dewam bike. Em di şexsê hevalên xwe yên girtî Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel de hemû girtiyên jin silav dikin. Ev têkoşîn wê bi girtin, binçavkirin û kuştinan bi dawî nebe. ”   Li Wanê çalakiyên 8'ê Adarê    Koma Jinên Ciwan a Zanîngeha Sedsalê ya Wanê (YYU) jî, di çarçoveya bernameyên 8’ê Adafê de li Atolyeya Zayendî ya Civakî kom bûn û bernameya taştê li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan beşdarî bernameyê bû. Di bernameyê de tundiya li dijî jinê û komkujiyên jinan hatin nîqaşkirin. Dûre jinan li ber stranan guvend gerandin û dawî li bernameya xwe anîn. Her wiha aktîvîstên TJA’yê jî, li ser cadeyên navendî yên Wanê belavok belav kirin, qurnefîl belavkirin û jinan vexwendin mîtînga sibe ya li Salona Dawetê ya Parka Vîlla bê lidarxistin. Her wiha li avahiya rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê jî jin hatin gelhev û dûre li kolanan belavok belav kirin.    Li Meletî bernameya taştê hat lidarxistin   Li Meletî jî jinan di çarçoveya 8'ê Adarê de bernameya taştê li dar xistin. Gelek jin û reveberên HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de jinan bal kişandin ser wateya 8'ê Adarê. Di bernameyê de hevseroka HDP'ê ya bajêr Perîhan Yucekaya axivî û da zanîn ku divê jin têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û dê di 8'ê Adarê de biherikin qadan.    Li Seyhana Edeneyê şahî hat lidarxistin   Ji hêla rêxistina HDP'ê ya Ceyhanê ve şahiyek hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û endamên partiya CHP'ê tevlî şahiyê bûn. Her wiha jin bi cilên xwe yên gelerî tevlî şahiyê bûn.  Hevseroka HDP'ê ya Ceyhanê Delal Mamûk axivî û banga mezinkirina têkoşîna azadiya jinê kir. Parlamenter Tulay jî bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê û got ku 8'ê Adarê roja berxwedanê ye. Piştî axaftinan koma jinan a Şitlên Azadiyê derket ser dikê û stranên xwe gotin. Jinan di şahiyê de govend gerand û 8'ê Adarê pîroz kirin.    Platforma Jinan a Îskenderûnê meş li darxistin    Ji hêla Platforma Jinan a Îskenderûnê ve meşek hat lidarxistin û piştre jî daxuyaniyek hat dayîn. Jin li ber Bazara Bitê ya berê civiyan û pankarta "Em şînê nagirin û em serî radikin" û "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin" vekirin. Jin ji bazarê heta Parka Boyacilarê meşiyan. Li vir endama platformê Feyrûz Gor daxuyaniyek da û diyar kir ku jin ne mehkûmê şîdet, krîz û şer in û jin dê li ber xwe bidin.   Li Dêrsîmê gotubêjek hat lidarxistin.    Platforma Jinan a Dêrsimê jî di çarçoveya 8'ê Adarê de li Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD) gotubêjek li dar xist. Endama Komîsyona Jinan a Baroya Dêrsimê parêzer Dîlan Torun û psîkolog Duygu Kurban tevlî gotubêjê bûn. Her wiha xwendekarên Zanîgeha Mûnzûrê jî tevlî gotubêjê bûn. Parêzer Dîlan, bal kişand ser Qanûna 6284'an û têkoşîna jinê. Dîlan diyar kir ku divê jin xwe bi tenê his nekin û li hemberê şîdetê bêdeng nemînin. Psîkolog Duygu jî di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên tecawizê ya li zanîngehê pêk tê û da zanîn ku dema em jin tên cem hev em encameke xûrt digirin.