'Em ê bi coşek mezin 8'ê Adarê pîroz bikin û hebûna xwe mayinde bikin' 2020-03-07 17:31:46   ŞEHBA - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, hevjinên şehîdan a Efrîn û Şehbayê serdana Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê kirin.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star a 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, hevjînên şehîdan a Efrîn û Şehbayê serdana Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê kirin û cejna wan pîroz kirin. Her wiha wek diyarî wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatin dayîn. Ji bo 8'ê Adarê hevjînên şehîdan nêrînên xwe parve kirin.   'Jinê azadiya xwe hembêz kir'   Hevjîna şehîd Qendî Dogan, Qedriyê Mistafa 8'ê Adarê tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Di serî de em vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Jin bi berxwedan û israra xwe gihaşt vê rojê. Divê em xeta berxwedanê mezin bikin da ku azadiya tevahî jinan mîsoger bikin. Bi saya Şoreşa Rojava jinê xwe di hemû aliyan de pêş xist û azadiya xwe hembêz kir."   'Em ê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz bikin û hebûna xwe mayinde bikin'   Hevjîna şehîd Ebid El-Munêm, Zekiye Ismail cejna tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Em 8'ê Adarê li jinên Şehba, Efrîn û tevahî jinan pîroz dikin. Em îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo cejna xwe li qadên azad pîroz dikin. Me bi munasebeta 8'ê Adarê serdana Yekîtiya Jinên Azad a Şehba û Kongreya Star a Efrînê kir û me diyarî wêne da wan. Em ê bi coşek mezin vê rojê pîroz bikin û hebûna xwe mayinde bikin."