'Dê piştevanî û têkoşînê me pêş bixin' 2020-03-07 17:16:37   MÊRSÎN - Jinên ku bi boneya 8'ê Adarê li mîtingê hatin gel hevdu gotin:"Dê piştevanî û têkoşînê me pêş bixe."   Platforma Jinê ya Mêrsînê bi boneya 8'ê Adarê li Qada Stadyuma Tevfik Sırrı Gur a berê mîtîng li dar xist. Berî mîtingê gelek partiyên siyasî yên li bajêr, rêxistinên civaka sîvîl, rêxistinên jinan, Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan, Hevseroka Partiya Rizgariya ji Nû de ya Sosyalîst Canan Yuce li Qada Cumhuriyetê hatin gel hevdu û ber bi cihê ew ê mîtîng lê bê lidarxistin meşiyan.    Jinên ku tevî cilên xwe yên gelêrî beşdarî mîtingê bûn bi erbaneyan û dîlanê lîrandin. Li qada mîtingê dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Jinan di dema meşê de pankartên "Hêza me yekîtiya me ye","Jin serîhildanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" hatin hilgirtin.    Dîsa dorpêçkirina polîsan bal kişand lê jinan serê netewandin.    Piştî ku jin derbasî qadê bûn berî mîtingê ji bo têkoşerên azadiyê rêz hat girtin. Piştre daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Seroka Komeleya Jinan a Gunebakan, Zubeyde Akpinar ve hat xwendin. Zubeyde got:"Em bi hêza jinê îro qadan tije dikin. Jin tevî hemû tundî û zordestiyê serî natewîne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Herî dawî Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan axivî. Fatmayê got:"Îktidar piştî êrîşên deskeftiyên jinan dikare dest dirêjî Peymana Stenbolê jî bike. Lê li dijî vê yekê dê têkoşîna me bidome. Dê AKP bi şerê Îdlibê tu encamê bi dest nexwe. Divê AKP demildest ji Sûriyeyê vekişe."   Piştî axaftinan Civata Rîtim û Koroya Ziman û Rengan a Jinê û Civata Jinawaz qada mîtingê bi stranên xwe geş kirin.    Çalakî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.