Ji jinên girtî peyama 8'ê Adarê: Sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinan 2020-03-07 16:49:04   NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên girtî, derbarê 8'ê Adarê de peyamek weşandin û gotin,"Îdaya me ya ku em sedsala 21'ê bikin sedsala jinê bi hêz e û hêviya me mezin e."   Girtiyên jin ên PAJK'ê, bi rêya xizmên xwe bi minaseta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşandin. Girtiyên jin di peyama xwe de bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha gotin: "Li hemberî rêberê me tecrîdeke giran heye. Li dijî tecrîdê di sala 2019'an de berxwedaneke mezin pêk hat û bedelên giran hatin dayîn. Her wiha li girava Îmraliyê jî di demên borî de şewatek derket û ev tişt girêdayî tecrîdê ye."   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi paradigmaya azadîxwez, ekolojîk û demokratîk a jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pergalek hat avakirin û wiha hat diyarkirin: "Ev pergal li Rojava hat pêşxistin û li her derê cîhanê ji bo jin û gelên bindest bû rêbaza têkoşîn û berxwedanê. Li dijî pergala heyî jin bi zanebûna xwe, bi rêxistinbûna xwe û bitêkoşîna xwe pergal xistin meriyetê."   'Jin dildarê ax, xweza û jiyanê ye'   Girtiyên jin di peyama xwe de bal kişandin ser 8'ê Adarê û wiha nêrînên xwe ragihandin: "Em niha ketin demsala biharê. Bi zayineke nû û hewldaneke nû em 8'ê Adarê pêşvazî bikin. Jin bi xweza, ax, ked û jiyanê re girêdayî ye. Ev tişt ji dîrokê tê. Di dîrokê de jinan pêşengiya avakirina civakê kirin. Dilsoziya jinê ya bi axê, xwezayê û civakê bi kedê pêk hatiye. Ji ber vê kedê jin bêtir dilsozê jiyan, ax û xwezayê ye."   'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'   Di peyamê de qala dîroka pergala serdest a mêr jî wiha hat kirin: " Bi pêşketina zîhniyeta serdest û pergalê êdî keda jinê hat çewisandin. Di nav pergalê de êdî jin nekirin dewsa mirovan. Jin  di serdema koletiyê de ne mirov bûn, di serdema feodalîteyê de tenê wekî dayik, di serdema kapîtalîzîmê de jî kedkarên ku keda wan hatî xwarin bû. Lê di her serdemê de jî jinan li ber xwe da û li dijî pergalê di nava têkoşînê de bûn. Di sala 1857'an de jinan li dijî kedxwariya DYA'yê serî rakir û bi kedeke mezin 8'ê Adarê wekî Roja Jinên Kedkar a Cîhanê îlan kirin. Jinan bi rêxistinî li her derê cîhanê li dijî modernîteya kapîtalîst û çanda tecawizê bi bedelên giran têkoşîna xwe berdewam kirine. Em kedkarên jin hatin kuştin û hatin girtin lê me tu carî dev ji berxwedanê berneda û em bernadin jî."   'Hêviya me mezin e'   Girtiyên jin destnîşan kirin ku bi berxwedan û kedeke mezin Berîtan, Zîlan, Sara, Sema, Kurde û Aynûr têkoşîneke bê hempa dan û wiha hat gotin: "Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Yonca Akici bi çalakiyeke fedaî tevlî karwanên azadiyê bûn. Bi wesileya 8'ê Adarê em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Îdaya me ya ku em sedsala 21'ê bikin sedsala jinê bi hêz e û hêviya me mezin e."