'Li Tirkiyeyê Herî kêm 50 jinên nexweş ên girtî hene' 2020-03-07 16:22:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê bi boneya 8’ê Adarê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên jin û di daxuyaniyê de hat gotin li girtîgehan herî kêm 50 jinên girtî yên rewşa wan giran hene.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê û Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan çalakiyên heftane li dar xistin û daxuyanî dan.    Stenbol   Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş “Çalakiya F” di hefteya 415’an de li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Tecrît dikuje, piştevanî sax dihêle” û wêneyên girtiyan hildan. Parlamenterê HDP’êy ê Stenbolê Mûsa Pîroglû û lîstikvan Nûr Surer jî piştgirî dan çalakiyê.    'Rewşa 50 jinan giran e'   Ji endamên Komîsyonê Nergîz Şahîn daxuyanî xwend û da zanîn ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên jin. Şahîn anî ziman ku li gorî daneyên sala 2019’an 13 hezar û 33 girtiyên nexweş hene û hejmara girtiyên nexweş ên jin 110 kes hene û ji van jinan herî kêm 50 jinên girtî yên rewşa wan giran e.    Nêrgis di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa van nexweşên jin ên rewşa wan giran û xwest girtiyên nexweş demildest werin berdan. Nêrgis got ew 8’ê Adarê li jinên nexweş pîroz dikin.    Enqere    Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 287’emîn de çalakiya heftane a ji bo girtiyên nexweş li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û gelek kes beşdar bûn. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Engîn Aydinalp ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê tê ragirtin. Serokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş. Fatîh da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a welat girtîgeh û girtiyên nexweş in. Kanat bal kişand ser Aysel Koç a li Girtîgeha Sîncanê dawî li jiyana xwe anî û got pergala heyî Koç biriye mirinê û ew ê bibin şopdarê vê meseleyê.    'Her roj rewş girantir dibe'    Fatîh bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Engîn Aydinalp û got: “28 sal in girtî ye. Ji bo tahliyeya wî 2 sal û nîv maye. Her roja ku diçe rewşa wî girantir dibe. Di serî de divê Engîn Aydinalp û hemû girtiyên nexweş ên rewşa wan girtî demildest werin berdan.”