Yekîtiya Werzîşê bi boneya 8'ê Adarê futbol lîstin 2020-03-07 16:04:43   ŞEHBA - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, Yekîtiya Werzîşê ya herêma Efrînê futbol li Lîstgeha gundê Babinis a Şehbayê lîstin.   Yekîtiya Werzîşê ya Efrînê bi hatina 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, futbol li Lîstigeha gundê Babinis a Şehbayê lîst. Di maçê de yekîtiya ciwanan, yekîtiya jinên ciwan a Efrîn û Şehbayê, sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Lîstigeh bi alên yekîtiya jinên ciwan hatibû xemilandin.   Lîstok ji 4 tîman pêk hat. Tîma Til Qireh bi tîma Berxwedan ve leyîst û tîma til Qireh 3-0 bi serket. Tîma Ehdas bi tîma Til Rifet re lêyîst û tîma Til Rifet 7-1 bi ser ket.