Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatin windakirin pirsîn 2020-03-07 15:07:14   STENBOL - Dayikên Şemiyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li aqûbeta jinên hatin windakirin pirsîn.    Dayikên Şemiyê di hefteya 780’emîn de jî xwestin li Meydana Galatasarayê li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin cezakirin. Polîsan carek din çalakiya Dayikên Şemiyê asteng kir. Li ser vê yekê Dayikan, çalakiya xwe li kuçeya avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li dar xist. Polîsan wek her hefteyê dîsa çalakî dorpêç kirin. Çalakgeran tîşortên wêneyên windayan li ser, li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefîl hildan.    Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû piştgirî dan çalakiyê. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn.    ‘Jin di 8’ê Adarê de li dijî zext û tundiyê serê xwe radikin’    Seroka ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend.  Gulseren destnîşan kir ku wan jinên di binçavan de hatine windakirin ji bîra nekirine û wiha got: “Em bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên hatine windakirin bi bîr tînin. Em hemû jinên ji bo vê yekê têdikoşin silav dikin. Jin di 8’ê Adarê de li dijî zext û tundiyê serê xwe radikin û dengê xwe bilind dikin. Ev roja bi dengekî bilind a îtîraza li dijî zayendperestî, cudakarî û bêedaletiyê ye.”    ‘Em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar, heqîqet û edaletê bernedin’   Gulseren navê jinên di bin çavan de hatine windakirin yeko yeko xwend û got ew ê jinên windayî ji bîra nekin. Gulseren got: “Heta ku aqûbeta jinên windakirî were eşkerekirin û hesab ji kujeran were xwestin wê têkoşîna me dewam bike. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar, heqîqet û edaletê bernedin.”    ‘Bila ji bo jinên winda edalet pêk were û ji kujeran hesab were xwestin’     Pişt re dayika rojnameger Ferhat Tepe yê di bin çavan de hat windakirin Zubeyde Tepe axivî û da zanîn ku ew ê wek Dayikên Şemiyê sibehê li qadan ji bo aqûbeta zarokên wan were diyarkirin û kujer derkevin holê dîsa biqêrin. Zubeyde 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Bila ji bo jinên winda edalet pêk were û ji kujeran hesab were xwestin.”    ‘Pêşengên têkoşîna mafê mirovan jin in’    Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî axivî û diyar kir ku pêşengên têkoşîna mafê mirovan jin in û got: “Me soz daye jinên winda heta ku kujerên wan were dîtin em ê têbikoşin.”