Li Qoserê sibêhê şahiya 8'ê Adarê tê lidarxistin 2020-03-07 14:51:49   MÊRDÎN - Ji bo 8'ê Adarê sibêhê li Qoserê şahiyek tê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna şahiyê li Qoserê belavok û qurnefîl hatin belavakirin.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajar û navçeyan çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. Bi minasebat 8'ê Adarê li Qosera Mêrdînê jî sibêhê şahiyek bê lidarxistin.   Ji bo tevlîbûna şahiyê îro li Qada Azadiyê ya Qoserê bi tevlîbûna parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay belavok û qurnefîl hatin belavkirin. Banga tevlîbûna şahiyê hat kirin.