Li Silopiyê jinan serdana esnafan kir 2020-03-07 14:38:24   NAVENDA NÛÇEYAN  -  Ji 8'ê Adarê re saet man, TJA û Meclîsa  û Jinê ya HDP'ê Li Şirnex Wan û Meletî û li gelek bajarên din lez dan xebatên xwe yên 8'ê Adarê.     Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsên Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran lez dan xebatên xwe. Di çarçoveya van xebatan de  li Şirnexê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê serdana esnafan hat kirin, belavok û qurnefîl hatin belavkriin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, aktîvîstên TJA'yê, rêvebiriya navçeya Silopiyê û gelek jin tevlî serdanê bûn.   Di serdanê de aktîvîstên TJA'yê 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û banga tevlibûna mîtînga ku wê sibe li Sîlopiyê bê lidarxistin kirin.   Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.    Meletî   Li Meletyê jî jin di çarçoveya 8'ê Adarê de ahtin gel hev. Jin di bernameya taştê ya Meclisa Jinan a HDP'ê de hatin gel hev. Di bernameyê de li gel Meclisa JInan a HDP'ê û TJA'yê gelek jin amade bûn. Jinan bal kişand ser girîngiya piştevaniya ji bo 8'ê Adarê. Hevseroka HDP'ê ya Bajêr a Meletyê Perîhan Yucekaya jî diyar kir ku divê jin têkoşîna mezin bikin û bang li hemû jinan kir ku tevli çalakiyên 8'ê Adarê bibin.   Wan   Li Wanê jî aktîvîstên TJA'yê,  parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan û Hevşaredara ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin beriya şahiya 8'ê Adarê ku wê li Wanê li salona dawetê bê lidarxistin li avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê hatin gel hev .Jinan piştî civînê li kolanan geriyan, qurnefîl û belavok belav kirin. Jinan li gel belavok û qurnefîlên belav kirin banga tevlibûna şahiya 8'ê Adarê li jinan kirin.