'Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin' 2020-03-07 13:11:51 ŞIRNEX - Li navçeya Silopî ya Şirnexê sibêhê bi dirûşma "Em ê berxwedanê bi rêxistin bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin" mîtîngek tê lidarxistin. Hevseroka HDP'ê ya navçeya Silopiyê Nergîs Aştin bang li jinên botanê kir û got: “Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin.” Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jina a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, bi dirûşma "Em ê berxwedanê bi rêxistin bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin” sibêhe li Silopiyê mîtîngek tê lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dê tevlî mîtîngê bibe. Derbarê mîtîngê de hevseroka HDP’ê ya navçeya Silopiyê û endama Komîteya Amedekar a 8’ê Adarê Nergîs Aşkin, axivî û banga tevlîbûna mîtîngê kir. “Werin em bi hevre dengê xwe bilind bikin”   Nergîs, anî ziman ku li dijî tacîz, tecawiz û êrîşa zayendî bi salane jin li berxwe didin û wiha domand: “Wekî her sal em ê îsal jî li dijî êrîşa li hember jinê li kolanan bin. Em ê îsal jî derkevin qadan û ji êrîşan re bêjin bes e.”    Nergîs, diyar kir ku bi tevlîbûna Leyla Guven dê sibê li Qada Newrozê ya Silopiyê mîtînga 8'ê Adarê bê lidarxistin û got: "Mîtîng dê sibê saet 11.00’an de dest pê bike û dê saet di 17.00’an de bi dawî bibe. Hûnermend Nurcan Degîrmencî û Zeliha Orak tevlî mitîngê bibin. Em bang jinên Botanê dikin ku tevlî mitîngê bibin. Nergîs, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tu carî dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedan. Em jin dê bi ser kevin.”